'Tecrîd tenê ne pirsgirêka girtîgehan e’ 2020-12-21 09:06:31 AGIRÎ – Hevserokê HDP’a Agiriyê Cemal Akar, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê ku bi armanca bi dawîbûna tecrîda li Îmraliyê hatine destpêkirin bang li raya giştî kir û ev tişt got: “Divê ev tenê bi girtîgehan bi sînor nemîne, divê hemû hêzên demokrasiyê piştgirî bidin.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê  ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dan destpêkirin, di roja 25’emîn de didome. Hevserokê HDP’a Agiriyê Cemal Akar, derbarê tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê ku ji bo rakirina wê hatiye destpêkirin de axivî û nirxandinan kir.   ‘WÊ GREV ENCAM GIRÎNG BI XWE RE BÎNE’   Akar, diyar kir ku tecrîd polîtîkayeke ku li Îmraliyê li salan hatiye belavkirin e û  wiha got: “Di sala 2018’an de piştî ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ket greva birçîbûnê û zexta civakî çêbû, di sala 2019’an de piştî bi salan hevdîtinên malbat û parêzeran ên Birêz Ocalan re dest pê kirin. Lê hevdîtin dîsa hatine astengkirin û tecrîd ketiye dewrê. AKP-MHP dîsa heman tecrîdê pêk tînin. Em difikirin ku çalakiyên greva birçîbûnê ku li girtîgehan hatine destpêkirin di aliyê şikandina tecrîdê dê encamên girîng bi xwe re bînin. Em têkoşîna nav 4 dûwaran a hevalên xwe silav dikin.”   BANGA LI RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK   Akar, xwest ku herkes piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê bike û ev bang kir: “Divê em li derve piştgirî bidin têkoşîna girtiyan. Divê ev tenê bi girtîgehan bi sînor nemîne. Em hêvî dikin ku hemû hêzên demokrasiyê piştgiriya çalakiyê bikin. Muxalefeta li dijî HDP’ê jî divê piştgiriya çalakiyê bike.Em dixwazin ku hikûmet jî demildest çareseriyek ji vê rewşê re bibîne. Em bang li desthilata AKP-MHP’ê û Wezîrê Edaletê dikin; tecrîd sûcekî mirovahiyê ye. Divê pê re bê rakirin û şertên girtiyên siyasî bê başkirin.”