Aksoy ê ku tehliye bû: Li girtîgehan pêkanînên Nazî hene 2020-12-21 09:06:32 STENBOL – Parlamenterê Berê yê HDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy ku di 4’ê kanûnê de ji Girtîgeha Kandirayê tehliye bû, diyar kir ku li girtîgehan pêkanînên Nazî hene û ev tişt got: “Divê dengê girtiyan bê bihîstin, nexwe dibe ku grevên birçîbûnê bikevin asteke din.”  Parlamenterê Berê yê HDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 ya Kandirayê girtî bû, danişîna doza wî ya ku bi angaşta “emdatiya rêxistinê” dihat darizandin, di 4’ê kanûnê de hat dîtin. Heyeta dadgehê, di danişînê de 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Aksoy birî û ji ber salên wî yên li girtîgehê biryara tehliyekirina wî da. Aksoy, têkildarî pêvajoya girtina xwe û qewimandinên li girtîgehê ji Ajansa Mezopotamyayê  (MA) re axivî.     3 GIRTIN   Aksoy, diyar kir ku di sala 2016’an de Endamtiya Lîjneya Birêvebirina Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kiriye û dema ku ji bo civînekê çûye Amedê hîn kiriye ku derbarê wî de biryara girtine heye û piştî civînê ji bo gotin dayînê çûye Agiriyê û li wir hatiye girtin. Aksoy, got ku piştî ku demekê girtî maye, di danişîna xwe ya yekemîn de tehliye bûye û piştî tehliyebûna xwe bi 4 rojan careke din hatiye girtin. Aksoy, da zanîn ku piştî çend rojan ji vê girtina xwe jî tehliye bûye û vê tehliyebûna wî jî hatiye îttîrazkirin û dema ku ji bo dozeke xwe çûye Meletiyê hatiye girtin û 5 sal bûne girtî bûye.    RÊBAZA FETOYÊ    Têkildarî girtina xwe de Aksoy, anî ziman ku girtina wî tam hîleyeke û di angaştnameya wî de tiştên ku nebûne weke “kirî” tiştên ku nekirine jî weke “kiriye” hatine nîşandan. Aksoy, bi lêv kir ku dema çalakiyên mertalên zindî de hatine guhdarîkirin û wiha got: “Gotina min a “dem-vakît” ku min li çalakiyê bi kar aniye, weke “pere-nakît” wergerandine û ji vê sûc hilberandine. Peyve “nakit” kirine pereyê ku ji şaredariyan hatiye girtin û di çalakiyên mertalên zindî de hatiye bikaranîn. Dem û cihê vê çalakiyê ne diyar e. Weke vê sûcdariyên girtina derebeyan û lidarxistina mitîngê jî hene. Ev tam hîleyeke û rêbaza FETO ye. Ev tiştên li Agiriyê pêk hatine. Li Amedê jî guhdarkirin heye. Hema çi bihîstine û dîtine kirine dosyayê. Mînak navçeya Rezan hatiye guhdarkirin, têkildarî KCD’ê hin tişt hatine vegotin. Vê jî weke delîl kirine dosya min. Tişta herî pêkenok jî wêneyekî min ê bi kincên herêmî kirine cem wêneyê Mûrat Karayilan û weke “kincên PKK’ê li xwe kiriye” kirine angaştnameya min.”    DADGEH ALÎGIR IN    Aksoy, destnîşan kir ku bêalîbûna dadgehan têk çûye û ewlehiya girtiyan a li hemberî dadgehê nemaye û ev tişt gotin: “Di şertekî hiqûqa cezayê de tê gotin ku dadgeh neçare xwe bi bersûc bide bawerkirin, dadgeha ku xwe bi bersûc nede bawerkirin bêalîbûna xwe winda kiriye. Tu dema dîrokê kurd ji aliyê dadgehên serbixwe û bêalî nehatine darizandin. Kes nikare ji dadgeha ku tiştên nebûyî weke bûyî û tiştên nekirî jî weke kirî nîşan bide re bibêje serbixwe ye.”   REWŞA LI GORÎ KÊFÊ    Di berdewamê de Aksoy, destnîşan kir ku pêkanînê niha yên li girtîgehan dişibin pêkanînên girtîgehan ên dema 12’ê Îlonê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema 12’ê Îlonê hin caran Nûtûk jî dihat qedexekirin. Niha jî heman tişt tên jiyîn. Hin weşanên ku bi awayekî qanûnî tên weşandin nadin girtiyan. Ev rewş li gorî girtîgehan diguhere. Rewşeke li gorî kêfê heye. Ji ber Covîd-19’ê hemû mafên me hatin sînordarkirin. Hema bibêje her hefte bi ser qawişan de digirin. Di demên dawîn de bi talanê li her derî lêgerîn pêkanîn. Ev pêkanîn bi destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê re zede bûn. Hemû tiştên ku bi destan hatibûn nivîsandin hatin desteserkirin. Nîşeyên min jî hebûn desteser kirin. Parastina min jî girtin. Dema 12’ê Îlonê parastina min desteser nekiribûn. Di 12’ê Îlonê de min 15 rojan li ser hev parastina xwe kir. Niha girtin. Çima? Li gelek girtîgehan bi hev re çalakiyê dest pê kir. Dixwazin agahdarkirina vê yekê hîn bikin. Radyoyek ku dabûn hebû. Tenê kilama digot. Hatin le nêrin û ji ber ku cîvateyeke wê hatibû vekirin lêpirsîna dîsiplînê vekirin.”   PÊKANÎNÊN NAZIYAN   Aksoy, pekanîn li girtîgehê şiband pêkanînên Naziyan û axaftina xwe bi van gotinan domand: “Wan mirovan li jûrên gazî dişewitand û navê ‘mirina dilşad’ lê kiribûn. Niha hewl didin vê bi me jî bidin jiyîn. Li girtîgehan şertên tenduristiyê bi awayekî lez ber bi nebaşiyê ve diçe. Di bin navê tevdîrên tenduristiyê de tenê maf û azadiyan bi sînor kirine. Divê êdî şertên ku girtî rehet bikin bên dabînkirin. A rast jî divê bên valakirin û cihêkarî neyê kirin. Hûn ê dizan û kujeran berdin û kesên ku tevahiya jiyana xwe bi rûmet jiyane, li dijî neheqiyan têkoşiyane, di mafên demokratîk û azadiyê de israr kirine bernedin. Kî vê qebûl dike?”    HIŞYARIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Di dawiya axaftina xwe de Aksoy, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û têkildarî mijarê ev hişyarî kirin: “Tişta ku herî dawî girtî dikarin bikin çalakiya greva birçîbûnê ye. Pir zelal dibêjim, bê hejmar mirovên ku mirinê hembiz dikin hene. Heke gav neyên avêtin dibe ku greva dorveger bikeve asteke din. Ev biryara wan lê texmîn dikim ku wê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê bike. Ev dikare heta 300-500 rojî jî biçe. Heta dibe ku derkeve asta azadiyê bi mirinê. Ev mijareke gelek girîng e. Mirovên girtî di ferqa rewşa gelê me de ne.  Tişta ku dikarin bikin tenê ev e, canê wan e. Amade ne ku canê xwe di oxira azadiya gelê xwe de bidin. Divê ev wiha bê fêmkirin. Divê malbatên girtî û hikumxwariyan û raya giştî di vê mijarê de hestiyar bin. Divê guh bidin dengê girtiyan û li gorî wê tevbigerin.”   MA / Ferhat Çelîk – Berfîn Karaman