HDP: Em biryara dijminane ya li dijî Leyla Guven nas nakin 2020-12-21 16:15:14 ENQERE – Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, li dijî cezayê girtîgehê ku li Leyla Guven hat birîn derket û diyar kir ku ew cezayê nehiqûqî û dijminane nas nakin. Danişîna doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di saetên serê sibehê de li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin û heyeta dadgehê 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, têkildarî ceza birîna li Leyla Guven daxuyanî da û nerazîbûn nîşanî ceza birînê da.    HDP’ê di daxuyaniyê de ev tişt got: “Dadgeriyê bi vê biryara xwe careke din nîşan da ku li gorî berjewendiyên desthilatdariyê tevdigere. Ev biryara dijminane ne tenê li dijî Leyla Guven û KCD'ê ye, li dijî tevahiya kurdan û muxalefetê ye. Leyla Guven miroveke têkoşer e ku jiyana xwe ji bo aştiyê derbas kiriye, ew bîrdariya rûmetê ye. Bi cezayan û girtinê ne Leyla Guven ne jî em ji têkoşînê venagerin.”   HDP’ê di dawiya daxuyaniyê de got ku ew cezayê nehiqûqî û dijminane ku li Guven hatiye birîn nas nakin.