Qeyûm di îhaleyekê de 2 milyon TL çirpandiye! 2020-12-22 09:11:57 MÊRDÎN - Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, Zeynî Teker ji bo ser nelirêtiya di îhaleya Baxçeyê Gel ê Kamorê de bigire, heman îhale bi "usûla bazariyê" daye heman şîrketê û şaredariyê 2 milyon TL xisirandiye.  Nelirêtî û fihêlên rêveberiya qeyûm a Şaredaria Bajarê Mezin a Mêrdînê yek bi yek derdikevin holê. Mifetîşên ku ji bo nelirêtiyê hatibûn şaredariyê û lêkolîn kiribûn, di rapora xwe de derbarê zilamê sereke yê qeyûmê berê Mûstafa Yaman de cih dane tiştên sosret. Zeynî Teker, li şaredariyê hem Cîgirê Skreterê Gişî bû, hem jî endamê Desteya Rêvebier a MARSÛ, Endamê Desteya Rêvebir a Şîreta Kent, Sereokê Daîreya Çavkaniya Mirovan, Serokê Desteya Teftîşê û Mufetîşê Maarîfê bû. Teker ku wekî zilamê sereke yê qeyûmê berê dihat zanîn, gelek nelirêtî kirin. Teker, ji ber van nelirêtiyê xwe di girtîgehê de ye.    Di rapora hatiye amadekirin de hatiye tespîtkirin ku Baxçeyê Gel ê Kamorê pêşî bi peymana kirê û dû re jî bi "usûla bazariyê" bûye îhale. Di raporê de hatiye gotin ku ji bo ev îhale navbirî bikeve destê Şîrketa Nasiroglû, xwarziyê qeyûm Yûnûs Emre Akça zor daye komîsyonê. Di raporê de hatiye diyarkirin ku îhale ketiye destê şîrketa navbirî, lê belê gelek belgeyên wê bê îmze ne û di peymanê de hatiye destnîşankirin ku dê şîkret bi milyon û 945 hezar TL'yî malzemeyan bikire û piştî karê şîrketê biqede dê malzeme ji şaredariyê re bimînin, lê belê paşê ev xal bêyî hincet ji peymanê hatiye derxistin.    Di raporê de hatiye destnîşankirin ku bi vî awayî şaredarî bi milyon û 945 hezar TL'yî xisiriye. Di raporê de hatiye gotin ku dê kargeh ji bo 8 sal û 10 mehan kirêyî şîrketê bê kirin, lê belê çendî ku dem dirêj e jî bedêla kirê hindik hatiye nîşandan. Di raporê de hatiye diyarkirin ku şaredariyê fiyetê kirê ji 8 emlaqfiroşan pirsiye û piştî vê kirêya salane ya kargehê wekî 385 hezar TL hatiye diyarkirin, lê belê derketiye holê kur bi 90 hezar TL'yî hatiye dayîn û şaredarî bi 295 hezar TL'yî xisiriye.    Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku heqê kirêya (90 hezar) a 2019-2020'an jî nehatiye dayîn.    Zeynî Teker di îfadeya xwe de ji bo vê yekê gotiye çi hatibe kirin bi telîmata qeyûm Mûstafa Yaman hatiye kirin.    MA / Ahmet Kanbal