Li Tirkiyê wêneyê edaletê: Malbata Şenyaşar 2020-12-22 09:11:59 AMED - Kesên li ber avahiya HDP'ê ya Amedê 477 roj in tên rûniştandin hema bibêje her roj êrîşê dibin ser rêvebirên partiyê û rojnamevan, lê tu kes ji wan re tiştekî nabêje. Lê belê malbata Şenyaşar ku ji bo "edaletê" li ber avahiya AKP'ê ya Rihayê çalakî li dar xist, di roja ewil de hat binçavkirin.  Di di dema pêvajoya hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de parazvan û xizmên Parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz Hecî Esvet Şenyaşar û du kurên wî kuştibûn û bi ser de jî kurekî malbatê hatibû girtin û hîn jî di girtîgehê de ye. Ji ber vê dayik Emîne Şenyaşar (70) û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 16'ê Kanûnê de li ber avahiya AKP'ê ya Rihayê ji bo edaletê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Lê belê bi hinceta ku "muxalefetê li qanûna civîn û xwepêşandanê" dikin hatin binçavkirin.    LI BER AKP'Ê WÊNEYÊ EDALETÊ!    Ferdên malbata Şenyaşar di 17'ê Kanûnê de hatin binçavkirin û piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan. Di dema îfadeyê de dozger ji ferdên malbatê re gotiye: "Kî we şand wê derê (ber avahiya AKP'ê)? Çima hûn çûn wir? Polîsan we hişyar kir, lê çima we çalakiya xwe domand?"   Her wiha ew wêneyê ferdê malbata Şenyaşarê yê li ber avahiya AKP'ê ji hêla gelek kesan ve wekî "Li Tirkiyeyê wêneyê edaletê" hat şîrovekirin. Di wêne de dayik Şenyaşar li ber dîwarê avahiya AKP'ê rûniştiye û kurê wê Ferît Şenyaşar jî di dest de kîsikek, li ser pêya ye.    ASTENGKIRINA ÇAPEMENIYÊ    Nûçegihanê ajansa me Bariş Polat jî gava li ber avahiya AKP'ê çalakiya malbata Şenyaşarê dişopand, polîsan dest danî ser karta wî ya çapemeniyê û nasnameya wî. Piştî demeke dirêj polîsan karta çapemeniyê û nasnameya Polat danê û jê xwestin ji wir biçe.    AKBAŞOGLÛ YÊ AKP'Î: BÛYEREKE EDLÎ YE    Piştî wêneyê malbata Şenyaşar li ser medyaya civakiyî belav bû û gelek kesan ew parve kir, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş ev yek xist rojeva Meclîsê. Piştî vê Serokwekîlê Koma AKP'ê Emîn Akbaşoglû jî ji bo binçavkirina ferdên malbat Şenyaşarê anî ziman ku "ji ber bûyereke edlî" bûye.    ‘ÇIMA HÛN LI BER HDP'Ê RÛDINÊN'    Piştî Beştaş û Akbaşoglû, Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî gotibû: "Çima hûn li ber HDP'ê rûdinên?"    477 ROJ IN BI AWAYEKÎ ORGANÎZEYÎ TÊN SEKINANDIN    Her wiha kesên bi fermana Wezareta Karên Navxweyî bi îdiaya zarokên wan hatine revandin û birine çiyê li ber avahiya HDP'ê tên sekinandin, hema bibêje ji 3'yê Îlona 2019'an heya niha tim êrîşê dibin ser kesên tên avahiya HDP'ê. Ev kes ji aliyê bi sedan polîsan ve tên parastin û heya niha Wezîrê Karên Navxweyî Suleymen Soylû, Emîne Erdogan û hin wezîran jî serdana wan kiriye.    BINÇAVKIRIN    Ev kesên ku beriya çalakiyên HDP'ê bi awayekî organîzeyî tên anîn, ji aliyê polîsan ve tên parastin. Gava êrîşê dibin ser rêvebirên partiyê, rêvebir bi hinceta "derbarê wan de gilî heye" tên binçavkirin û derbarê wan de lêpirsîn tên destpêkirin. Heya niha ji ber vê lîstikê 8 kes hatine binçavkirin û derbarê wan de biryara kontrolkirina edlî hatiye dayîn.    ÇALAKIYA KÎ JI BO ÇI RÛDINÊ!    Çalakiya li ber avahiya AKP'ê û li ber avahiya HDP'ê ji hêla mijarê ve çendî ku mafekî qanûnî be jî, lê belê nêzîkatiya îqtidarê û polîsan a ji bo kesên çalakiyê li dar dixin, ne wekhev e. Kesên li ber avahiya HDP'ê ya Amedê tên rûniştadin, çapemenî, polîs û wezîr piştgiriya wan dikin, lê belê çalakiya malbata Şenyaşarê jî tê paşguhkirin û bi ser de jî ferdên malbatê yên çalakî li dar xistin hatin binçavkirin û çapemeniya berbelav jî xwe li nedîtinê danî. Tu bikî nekî ev yek jî pirsa gelo kî ji bo çi li ber avahiyên partiyan rûdinê, tîna bîra mirov.    MA / Ergîn Çaglar