Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 26’an 2020-12-22 10:04:19   STENBOL - Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan da destpêkirin, di roja 26’emîn de didome. Li Girtîgeha Tarsûsê Gokhan Çetîn û Erkan Taşkan greva birçîbûnê dewr girtin.   Çalakiya greva birçûbûnê ya bêdem û bidorveger ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de dan destpêkirin, di roja 26’emîn de bi tevlîbûnên nû didome. Îdrîs Değîrmencî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsûsê dimîne, bi telefonê bi xwîşka xwe Kezban Değirmencî re axivî û diyar kir ku Selahattîn Ortaç û Abdulah Vûral ên di koma 5’emîn de cih digirin wê sibê çalakiyê dewrî Gokhan Çetîn û Erkan Taşkan bikin.   ‘ÇI DIBE BILA BIBE EM BI WAN RE NE’   Degîrmencî, da zanîn ku birayê wê di koma yekemîn de cih girtiye û heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bi dawî nebe wê girtî çalakiya xwe berdewam bikin. Degîrmencî, qala pirsgirêkên ku li girtîgehê tên jiyîn jî kir û wiha got: “Birayê min diyar kir ku pirsgirêkên weke qedexekirina cihê bêhnvedanê, ragihandinê û gelek pirsgirêkên din heta ji holê ranebin wê çalakiya xwe berdewam bikin. Li ser girtiyan tundiyên gelek cidî hene. Wan jî ji bo edaletê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Em ê piştevaniya xwe bidomînin. Ji ber ku li pey rastî û edaletê ne. Çi ji destê me were em ê bikin. Ji bo ku barê wan sivik bibe tişta ji destê me were em ê bikin. Çi dibe bila bibe em bi wan re ne.”   DIVÊ HERKES HESTIYAR BIBE   Degîrmencî, destnîşan kir ku çalakiya girtiyan ji bo civakê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Van ciwanan li gel zextan jî ji bo me ev bar li pişta xwe kirin. Ji ber wê yekê divê herkes li hemberî çalakiyê hestiyar bibe.”