Parêzerê Leylayê: Divê lêpirsîn were kûrkirin û sûcdaran derxînin holê 2020-12-22 11:01:04   AGIRÎ - Parêzerê malbata Leyla Aydemîr ku di sala 2018'an de winda bûbû û piştre mirî hatibû dîtin Erdogan Tûnç, xerakirina ceza û tahliyekirina bersûcê mirina Aydemîr nirxand û xwest ku lêpirsîn were kûrkirin û hemû sûcdar derkevin holê.   Leyla Aydemîr (4) di 15’ê hezîrana 2018’an de li Gundê Bezîrganeyê girêdayî navenda Agiriyê winda bibû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hatibû dîtin. Pişt re ji ber windakirin û kuştina Aydemîr 7 kes hatibûn binçavkirin û bi sûcdariya “kuştîna qestî” cezayê muebbeta giran li apê Aydemîr Yûsûf Aydemîr hatibû birîn. Parêzerên Yûsûf Aydemîr ev biryar biribûn Dadgeha Îstînafê û Yekemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Adliyeyê ya Herêmê ya Erziromê, duh vê biryara derbarê Yûsûs Aydemîr de xera kir û biryara berdana wî da. Dadgehê ji bo biryara xwe weke hincet “kêmasiyên hin ûsûlan” nîşan da. Parêzerê malbata Leyla Aydemîr Erdogan Tûnç, biryara hatiye dayîn nirxand.   KÊMASIYÊN DI DOSYAYÊ DE   Parêzer Tûnç, diyar kir ku biryara dadgeha herêmî ji ber “lêkolîna kêm” ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatiye xerakirin û wiha axivî: “Dadgeh bi kurtasî dibêje ‘vî karî baştir lêkolîn bike, delîlên di destê me de têra mehkûmkirina vî zilamî nakin’. Min jî di danişînên berê de digot lêkolîna kêm heye. Lê ev daxwaz dihatin redkirin. Îstînaf jî hat ser gotina min.” Tûnç, da zanîn ku wê darizandin ji nû ve dest pê bike û wiha got: “Em ji biryarê re gelek matmayî neman. Bendemayîna me jî xerakirina wê bû. Divê kujerên rast derxînin holê. Di dosyayê de îxbara hin rastiyan nehat lêkolînkirin. Hinek divê werin tespîtkirin. Ev nehatin tespîtkirin.”   ‘DIVÊ LÊPIRSÎN WERE KÛRKIRIN’   Tûnç, destnîşan kir ku derbarê bersûcên ku hatine beraetkirin de hin delil û guman hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê di darizandina ku nû were destpêkirin de lêpirsîn were kûrkirin û hemû têkilî werin tespîtkirin. Dibe ku ev bersûc an jî hin kesên din jî hebin. Faîl her kî bîn divê bi delîlên hin cidîtir biçin ser wan û vî karî çareser bikin. Em ê jî kûrkirina lêpirsînê daxwaz bikin. Dibe ku hin sûcdarên din jî hebin. Em dixwazin ku bi awayekî zelal ev yek derkeve holê.”   MA / Mujdat Can