Cezayê hucreyê û înfazê li girtiyên di grevê de ne birîn 2020-12-22 11:12:54 ÊLIH – Hat zanîn ku cezayê dîsîplînê li jinên girtî yên li Girtîgeha Alanyayê ku ketine greva birçîbûnê hatiye birîn û mafê wan ê telefonê jî hatiye desteserkirin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a girtiyan li dijî rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dabû destpêkirin, di roja 26’emîn de didome. Jinên girtî Hatîce Çakmak, Nîda Kutlu, Zelal Başboga, Şukran Ozer, Şeyma Kantarci û Sûdan Guven ên li Girtîgeha Alanya Tîpa L dimînin bi awayek dorveger greva birçîbûnê birêve dibin.   CEZA LI GIRTIYAN DIBARÎNIN    Girtiyên jin bi rêya telefonê li malbatên xwe geriyan û tiştên diqewimin vegotin. Girtiyan anî ziman ku ji bo daxwazên xwe û têkildarî greve daxwazname dane Wezareta Dadê lê belê Dozgeriya Înfazê bi îdiaya di daxwaznameyê de “propagandaya rêxistinê kirine” derbarê wan de lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin. Jinên girtî ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de li 4 girtiyên jin 11 roj cezayê hucreyê li wan hatiye birîn û li 3 jinan jî cezayê înfazê hatiye birîn.    Bavê Sûdan Guven a di greva birçîbûnê de ye Abdulvahap Guven diyar kir ku keça wî li wan geriyaye cezayêyê înfazê û dîsîplînê li wan hatiye birîn û mafê tev ji destê wan girtine.    6 GIRTÎ DI GREVÊ DE NE    Sûdan Guven ji bavê xwe re destnîşan kiriye ku girtiyên li dijî tecrîdê û şertên girtîgehan li ber xwe didin bi cezayan re rûbirû dimînin û wiha got: “Ev der girtîgehek pir xerab e. 8 girtiyên siyasî li vir dimînin. Du hevalên jin ji ber nexweş in neketine greve. 6 girtiyên mayîn jî bi awayek dorveger dikevin greva birçîbûnê. Ji roja greva birçîbûnê dest pê kiriye, zext li ser me zêde bûne.”    Abdulvahap Guven destnîşan kir ku 11 roj cezayê hucreyê ji bo 11 rojan li çalakgeran birîne û got: “Ji serê pandemiyê ve heta niha kelûpelên paqijiyên nadin wan. Mafên wan sosyal ji destê wan hatine girtin. Ne pirtûk ne jî jî rojnameyan didin wan. Du girtiyên nexweş bi derfetên xwe qawîşa xwe paqij dikin. Kelûpelên paqijiyê bi awayek biha difiroşin girtiyan.”    ‘DAXWAZA ZAROKÊN ME DAXWAZA ME YE’    Guven anî ziman ku dema girtî li malbatên xwe digerin telefonên wan tên qûtkirin û wiha axivî: “Hefteya bihûrî dema keça min geriya, kêliya ku binpêkirinên mafan vedigot, ji nişke ve telefon hat qûtkirin Mafê wan ê hevdîtina telefonê 20 deqîqe ye lê belê gelek caran tenê 3 deqîqe hevdîtin didome. Kengê tengezariyê xwe ragihînin telefonên wan tê qûtkirin. Em nizanin ku tengezarî û pirsgirêkên wan çi ne. Çalakiyên greva birçîbûnê biryarek di cih de ye. Her roj ev mafdarî derdikeve holê. Li şûna mafê girtiyan li wan vegerînin û bidin êrişî girtiyan dikin.”    Guven destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan daxwaza malbatên girtiyan e jî û got: “Maf nayê dayîn, maf tê sitendin.”    MA / Fethî Balaman