Li Amedê hewldana diziyê: Kesek hat kuştin 2020-12-22 12:20:30   AMED - Li Amedê di encama gule barandina hin kesên bi rûpoş ku xwestin bikevin zêringirekî de kesek hat kuştin.    Li Amedê li dijî zêringirekî ku li ser Cadeya Nukhet Coşkûn a navçeya Rezana Amedê hewldana diziyê pêk hat. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin; Sînan Yoldaş (21) di saetên serê sibê de dikana xwe ya zêringiriyê vedike. Dema ku Yoldaş zêr li refê bi cih dike hin kesên bi rûpoş dikevin dikanê û gule berdidinê. Êrîşkar an diz bi mudaxileya dayika Yoldaş a ku li dikanê ye nikarin zêran bidizin û reviyane.    YOLDAŞ JIYANA XWE JI DEST DA   Sînan Yoldaş ê ku ji singê xwe birîndar bû, piştî mudaxileya ewil bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Li gel hemû hewldanan jî Yoldaş jiyana xwe ji dest da.