Derbarê parlamenter Guzel de lêpirsîna Guven hat destpêkirin 2020-12-22 13:17:03   AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Parlamentera HDP’ê Semra Guzel de ji ber Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li mala wê hat binçavkirin bi hêceta “veşartina sûcdar” lêpirsîn da destpêkirin.   Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê duh 22 sal û 3 meh cezayê zîndankirinê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven birîbû û biryara girtina wê dabû. Guven duh bi şev li mala Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Îro piştî Guven ji Miduriyeta Polîsan a Amedê birin Edliya Amedê biryara girtinê li rûyê wê hat xwendin û ew şandin Girtîgeha Amedê ya Jinan.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi boneya ku Hevseroka KCD'ê Guven, li mala Parlementera HDP’ê Semra Guzel bûye bi bayê bezê xist ber lêpirsînê. Dozgeriyê bi hêceta "sûcdar veşartiye" ku derbarê Guzel de lêpirsîn da destpêkirin.