Otobusa penaberan qelibî 2020-12-22 13:22:48   ÊLIH – Li Êlihê otobûsa ku penaber têdebûn qelibî û kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.    Li ser rêya di navbera Êlih û Sêrtê li texma navçeya Hezoyê otobuseke penaberên afganî têdebûn qelibî û qezaya trafîqê pêk hat. Di qezayê de penaberekî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û 6 penaber jî birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansên ku hatin cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyê.