Li Şirnexê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest da 2020-12-22 13:38:16   ŞIRNEX - Di qezaya trafîqê ya li Şirnexê de ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Elkê ya Şirnexê wesayîtek ji kontrola ajokar derket û ket Çemê Xabûr. Di qezaya ku li devera gundê Bêrman ê navçeyêpêk hat de Serhat Onal û hevjîna xwe Gunay Onal û pitikê wan jiyana xwe ji dest dan. Cenderme, agirkuj, tîmên tenduristiyê û welatiyên derdorê cenazeyên malbata Onal ji wesayîta ketibû çem derxistin û cenazeyê wan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê.