Odeya Tabîban a Stenbolê: Em kefîlê Dr. Gokalp in 2020-12-22 15:47:47   STENBOL - Odeya Tabîban a Stenbolê, diyar kir ku kefîl û şahidê endamê Lijneya Rûmeta Bilind ê TTB’ê Dr. Şeyhmûs Gokalp in û xwest were berdan.   Odeya Tabîban a Stenbolê ji bo berdana endamê Lijneya Rûmeta Bilind ê Odeya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Şeyhmûs Gokalp ê ku di 23’yê mijdarê de hatibû girtin, li avahiya xwe ya Cagaloglûya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Seroka Desteya Konseya Navêndî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci, Seroka Odeya Tabiban a Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saîp, Endamê Lijneya Rûmetê yê TTB’ê Prof. Dr. Taner Goren, Endamê Lijneya Rêveberiyê Osman Ozturk û gelek bijîşk beşdarî civînê bûn.   ‘EM LI REX HEMPÎŞEYÊ XWE NE’   Destpêkê Seroka Konseya Navêndî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci, diyar kir ku tu hincetên hiqûqî yên girtina Gokalp nîn in û wiha axivî: “Di demekî dirêje li Tirkiyeyê li qada darazê de bi pirsgirêkên cidî re rûbirû ne. Mixabin hevalê me Şeyhmûs jî ji ber beyanên derew ên îtîrafkarekî derewker girtî ye. Ji ber heman îtîrafkarî Dr. Adnan Selçûk Mizrakli jî ceza girt. Em ji bo mafê darazeke adil em li rex hempîşeyê xwe ne.”   'BILA SERBEST WERE BERDAN'   Endamê Lijneya Rûmetê yê TTB’ê Prof. Dr. Taner Goren jî da zanîn ku Gokalp gelek baş nas dike û nûnerekî girîng yê bijîşktiya baş e. Goren, anî ziman ku girtina Gokalp bê hiqûqî ye û xwest demildest were berdan.   ‘LI GOTINA BIJÎŞKAN GUHDAR BIKIN’   Seroka Odeya Tabiban a Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saîp jî destnîşan kir ku ew hemû kefîlên bêsûcbûna Gokalp’ın û banga berdana wî kir. Saîp, bibîrxist ku Dr. Şeyhmûs Gokalp 34 roj in girtiye û wiha got: “Kesên ku Gokalp nas dikin başbûn, rastbûn û dirûstbûna wî dizanin. Em hemû bi bawer in ku îtîrafên tu îtîrafkaran nikarin pêşmalka spî ya Gokalp qirêj bikin. Herkes dizane ku Gokalp ji kar, hevjîn, zarok, heval û azadbûna xwe mehrûm hatiye hiştin. Bila wijdan û heqaniyet esas were girtin. Bila gotina îtîrafkarî ne gotina bijîşkan were guhdar kirin.”