DMME'yê biryar da: Demildest Demîrtaş berdin 2020-12-22 17:47:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Daîreya Mezin a DMME'yê biryar da ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş demildest bê berdan. Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya derbarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê de ragihand. Dadgehê biryar da ku Demîrtaş demildest bê berdan. Demîrtaş, ji 4'ê Mijdara 2016an ve girtiye. Her wiha DMME'yê di biryara xwe ya 20'ê Mijdara 2018'an de jî diyar kiribû ku divê Demîrtaş bê berdan. Piştî vê biryarê di 4'ê Kanûna 2018'an de bi tawanbariya "propagandaya rêxistinê" ceza li Demîrtaş hatibû birîn û bi vî awayî biryara DMME'yê pêk bêhikum hatibû hiştin.