Leyla Guven birin Girtîgeha Xarpêtê 2020-12-22 23:11:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku duh hatibû girtin, ji Girtîgeha Amed a Jina sewqî Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa E'yê kirin.    Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê duh 22 sal û 3 meh ceza li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê birîbû. Piştî ceza Guven hatibû binçavkirin û îro jî hatibû girtin û ew biribûn Girtîgeha Amedê ya Jinan. Danê êvarî parêzerên wê ji bo serdanê çûn girtîgehê, lê hîn bûn ku Guvenê sewqî girtîgehek dinê kirin. Parêzeran diyar kir ku ji wan re nehatiye gotin Guvenê sewqî kîjan girtîgehê kirine.    Lê belê keça Guvenê Sabîha Temîzkanê li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir ku dêya wê sewqî Girtîgeha Xarpêtê a Tîpa E'yê kirine.