Madra: Tişta rejîma Erdogan li ser pêyan dihêle qelsbûyîna muxalefetê ye 2020-12-23 09:14:35 ENQERE – Hîndekarê Zanîngeha Drewê Yahya Madra, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê yên ku rejîma nû li ser pêyan dihêle muxalefet e û got: "Netewperest bersivê nadin eniya netewperest."    Hîndekarê Zanîngeha Drew a li Eyaleta New Jersey a Amerîkayê Yahya Madra, mueyîdeyên CAATSA'yê, krîza rejîmê ya li Tirkiyeyê li hemberî vê rejîmê helwesta muxalefetê ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand.    Madra, bilêv kir ku mueyîdeyên CAATSA'yê divê wekî mueyîdeyên ku dê Îadreya Pîşesaziyê ya Parastinê ku Erdogan kiriye wekî şîrketa malbata xwe bitengijîne û got: "Helbet ne mueyîdeyine ku dê darbeyeke mezin li aboriyê bixwe, lê belê êrîşeke li ser pîşesaziya parastinê. Bi ya min di vî warî de ne ew qasî sivik in. Belkî rasterast û niha bandorê li aboriyê neke, lê di pêş de wê bike."    Her wiha Madra ji bo van mueyîdeyan û bandora wê ya ku dê li têkiliya DYA û Tirkyeyê bikejî, diyar kir ku a rast li DYA'yê êdî Tirkiye wekî mutefîkekê nayê dîtin û got: "Heta em dikarin bibêjin ku wekî mutefîkeke bipirsgirêk tê dîtin. Ev tişt di dema Trum de hatin kirin û di vir de hem demokrat hem jî komarparêz bi awayekî hevpar tevgeriyan û ev jî nîaşn dide ku dê îdareya û ya DYA'yê jî têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re cardin di ber çavan re derbas bike. Lê em dikarin vî tiştî jî bibêjin, ji bo Tirkiye were ser xeta NATO'yê dê DYA bi ser de biçe. Ev dê kengî çêbibe nzamim. Ji lewra DYA ancax di nav salekê de xwe ji nû ev sererast bike. Di vir de tişta sereke rewşa Tirkiyeyê ye. Ê di warê demê de tengijiye Tirkiye û îqtidara AKP'ê ye. Ji ber krîza aborî pêdiviya wê bi sermayeyê heye."    Madra, derbarê helwesta rêveberiya AKP'ê ya derbarê mueyîdeyên DYA'yê yên derbarê S-400'an û helwesta Rûsyayê de jî ev tişt gotin: "Bi qasî em dibînin diyaseta derveyî ya Tirkiyeyê pir tevlihev e. Mirov dikare ji hêlan ve nêzî vê mijarê bibe. Yek; rejîma Tirkiyeyê bi pergala serokatiyê ya nû re ger tişt bi Erdogan ve hatiye girêdan. Ji hêla din ve jî Erdogan hem tifaqê bi netewperestan hem jî bi Avrasyakaran re çêdike. Ev yek jî dike ku Erdogan li Rojhilata Navîn bi awayekî hîn bêtir êrîşkar tevbigere. Ji lewra komên ku Erdogan bi wan re tifaq çêkiriye, ne tifaqa aştiyê ye. Tifaqa Erdogan, hem tifaqa şer e hem jî tifaqeke ku xwe disipêre endustriya şer. Erdogan di qada pîşesaziya parastinê de ber bi rejîmeke eskerî ve diçe. Ev vektora yekemîn e. Vektora duyemîn jî Tirkiye hem pergaleke êrîşkar e, lê li hêlekê jî ji ber ku herêm bi awayekî dînamîk pir diguhere, vê êrîşkariya xwe jî hinekî li ser asasên parastinê dike. Mijara din jî bûye pêgirtiyê Rûsyayê. Mesela, di şerê Azerbêcan û Ermenîstanê de, Rûsya ji bo ku Ermenîstanê têxe bin kontrola xwe û wê derî YE'yê bihêle, pêngavek kir. Tiştekî wekî ku li Rojavayê li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir, li Ermenîstanê jî kir. Yanî lîstsika wê qels bike û muhtacî xwe bike. Tirkiye jî di vê lîstikê de berbayî Rûsyayê ket. Tirkiye, Azerbêcanê proveke kir û li wir bû hêzek ku Rûsya tam bi keys bibe. Gava ev yek kir jî ji NATO'yê dûr ket, ket bin bandora Rûsyayê. Yanî Rûsya Tirkiyeyê di hemleyên xwe yên kişikê de wekî hêzeke girêdayî xwe bi kar tîne. Rûsyayê Tirkiyeyê hem di ser Azerbêcanê de ji bo Ermenîstanê dîzayn bike hem jî belkî ji bo Rojavayê dîzayn bike bi kar anî û hîn jî bi kar tîne."    ARMANCA WAN A HEVAR KURD IN   Madra, anî ziman ku çendî ku Tirkiye hay ji vê yekê hebe jî tiştekî ku bike tune ye û got: "Ji lewra armanca hevpara a koalîsyona Avrasyayiyan, netewperestan û Hulûsî Akar kurd in. Tirkiye, bi tawîzên ku daye Rûsyayê vê armanca xwe bi awayekî qismî dike. Jixwe maliyeta şer jî di ser kurdan û xizanan re tê fînansekirin. Yanî ji bo ku Rûsya Tirkiyeyê bi akr bîne îleh ne hewce ye ku bi Tirkiyeyê re tifaqekê çêbike. Rûsya, niha vê yeê dike."    'DÊ DI WARÊ KURDAN DE BÊTIR HEVKARIYA YE'YÊ BIK'   Madra ji bo rêveberiya nû ya Amerîkayê ku dê di meha Çileyê de bi serokatiya Joe Bîdenî dest bi kar bike û pêwendiya wê ya bi kurdan û liv û tevgera wê ya li cîhanê jî nirxand. Madra, anî ziman ku taybetmendiya sereke ya qabîneya Bîden ew e ku hêla saziyîbûnê ya dewletê ji nû ve ava bike, ji lewra burokrasiya DYA'yê tarûmar bûye û got: "Dê wê ji nû ve ava bikin. Ez bi vî awayî lê dinerim. Lewma dê têkiliya Amerîkayê ya bi derve re lawaz be, ji lewra xema wê ya sereke pergala xwe ji nû ve ava bike. Di warê kurdan de jî bawer dikim ku wê ji têkiliya di dema Trûmp de cuda be, lê wê çawa be, dê xeteke çawa esas bigire nizanim. Bawer nakim derbarê pergala li Rojava de pêngavine piştgiriyê bike. Wisa bawer dikim ku dê DYA û YE di mijara kurdan de bêtir hevkariyê bikin. Yanî di warê meseleya kurd de dê bi awayekî defacto bi ser Tirkiyeyê de biçe."    QELSBÛYÎNA MUXALEFETÊ   Madra, ji bo pirsa "Sedemên krîza rejîmê ya Tirkiyeyê çi ne û dînamîkên wê li ser pêya dihle çi ne" jî got: "A rast bersiva herî kurt a vê pirsî, nebûna muxalefetê ye. Muxalefet qels e. Ji lewra, perçe bûye. Sedema herî girîng a vê perçebûnê jî di warê meseleya kurd de bi awayekî hevpar neberpêşkirina perspektîfa demokratîkbûyînê ye. Yanî muxalefeta li Tirkiyeyê nikare ji xeleka netewperest a ku Erdogan û MHP'ê çêkirie derkeve. Lewma eniya netewperest jî di nav wê çerçoveyê de îqtidara xwe didomîne. A rast ev qasî hêsan e. Netewperest bersivê nadin eniya netewperest. Mesela CHP bi mehan e şaşiyên meseleya S-400'an bilêv dike, lê gava mesele tê ser mueyideyan ew û îqtidarê tên ser heman xetê. Jixwe ev her tiştî diqedîne. Gava tu behsa muxalefetê bikî, hem di warê siyaseta hundirîn hem jî di warê siyaset derveyîn de divê bi awayekî topyekûn muxalefetê bke. Li hemberî vîzyona ku tifaqa Cumhurê çêkiriye, tu çawa li ber radibî? Tu vîzyoneke çawa didî der? Temam, li Tirkiyeyê vîzyoneke sosyalîst ne mimkun e, lê tu dikarî vîzyoneke demokratîk, vîzyoneke ku mafên gelê kurd esas bigirî bidî der. Yanî dixwazim vî tiştî bibêjim; tişta rejîma nû li ser pêyan dihêle, belavbûna vîzyona muxalefetê ye, nikare li dor demokratîkbûyînê û aştiyê tev bigere."    MA/ Selman Guzelyuz