Hevserokê HDP'a Mêrdînê: Rêveberiya qeyûm rêveberiya diziyê ye 2020-12-23 09:17:31 MÊRDÎN - Hevserokê HDP'a Mêrdînê bal kişandin ser nelirêtiyên ku rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiriye û diyar kirin ku çendî bi belgeyan derketiye holê jî, cardin êrîşê didin ser partiya wan. Hevserokê Bajêr got: "Rim di têran re hilnayê."    Wezareta Karên Navxweyî di 19'ê Tebaxa 2019'an de cara dudoyan qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya HDP'î kiribû. Piştî qeyûmê berê Mûstafa Yaman ji walîtiyê hatibû girtin derbarê şaredariyê de lêkolîn hatibûn kirin. Mifetîşan li şaredariyê lêkolîn kiribûn û di dawiya lêkolînê de derketibû holê ku gelek nelirêtî hatine kirin û bertîl hatine stendin. Piştî lêkolînê 12 kes hatibûn girtin. Lê belê heya niha hîn jî derbarê qeyûm Mûstafa Yaman de tiştek nehatiye kirin.    ‘TU ELEQEYA WÊ BI GEL RE TUNE YE'    Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Salîh Kûday, anî ziman ku qeyûm pergala serobinokirina jiyana civakiyî ye. Kûday, destnîşan kir ku gava HDP li ser şaredariyê bû şaredarîvaniyeke gelparêz hebû, lê belê ev yek nehatiye hezimkirin û qeyûm hatiye tayinkirin. Kûday, bilêv kir ku tişta Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû dibêje ne rast e û tu eleqeya şaredarîvaniya qeyûman bi şaredarîvaniya gelparêz tune ye. Kûday, diyar kir ku gava şaredarî di dest HDP'ê de bû mifetîş ji şaredariyê dernediketin, lê belê dîsa jî tu nelirêtî tespît nekirine û got: "Her kes baş dizane bê îhale çawa hatine kirin, bê çawa pereyê şaredariyê ji bo dawetên xwe xerc kirine û pê çûne geşt û seyranê."   Kûday anî ziman ku gava li nelirêtiyên ku her roj aşkere dibin dinêrin, êdî "dibînin ku rim di têran re hilnayê." Kûday, destnîşan kir ku çendî ku nelirêtiya hatiye kirin bi belge û delîlan derketiye holê jî, lê cardin Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û partiya îqtidarê hîn jî êrîşan dibin ser HDP'ê û armanca van êrîşan, tasfiyekirina HDP'ê ye. Kûday, bibîr xist ku 6 milyon kesan dengê xwe daye HDP'ê û HDP 20 milyon nifûsî temsîl dike. Kûday, diyar kir ku ji ber ku êdî gelên Tirkiyeyê hêdî hêdî li dor HDP'ê dibin xelek, îqtidar ditirse û lewma êrîşan dibe ser partiya wan.    ‘AKP'Î BIXWE DIBÊJIN'    Kûday, destnîşan kir ku tê xwestin HDP bi tenê bê hiştin û pêkhateyên wê bên krîmînalîzekirin, lê belê HDP li hemberî vê yekê bê navber têdikoşe. Kûday got: "Em dikarin rêveberiya qeyûm a li Mêrdînê, wekî rêveberiya diziyê binirxînin. Em dibînin ku ne şaredariyeke gelparêz e. Çavkaniyên gel ji bo berjewendiya hin kesan tê xerckirin."   Kûday, anî ziman ku Suleyman Soylû bi gotinên xwe xwestiye vê yekê manîpule bike û di dema rêveberiya HDP'î de her kesî bi çavê xwe dît ku çavkaniyên şaredariyê ji bo gel hatine xerckirin û AKP'î bixwe jî vê yekê tînin ziman û dibêjin rêveberiya qeyûm rêvebiriyeke heramzade ye.    MA / Ahmet Kanbal