4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye 2020-12-23 09:18:07   COLEMÊRG - Meryem Aytaş ku nêzî 4 sal in neçûye serdana kurê xwe Cahît Aytaş ê di Girtîgeha Kalkandere ya Rîze ya Tîpa L'yê de, xwest kurê wê sewqî girtîgeheke nêzî wan bê kirin û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin.    Ji ber ku girtiyên siyasî bi hincetên cuda sewqî girtîgehên dûra tên kirin, malbat mexdûr dibin. Yek ji van girtiyan jî Cahît Aytaş ê HPG'î ye. Aytaş, di 12'ê Îlona 2012'an de di şerekî li Şemzînanê de bi birîndarî hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin û 341 sal û 8 meh ceza lê hatiye birîn. Aytaş demekê di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê de maye. 2 sal şûnde wî sewqî Girtîgeha Bedlîs a Tîpa E'yê kirine û piştî sal û 6 mehên li vir vê carê wî sewqî Girtîgeha Kalkandere ya Rîze ya Tîpa L'yê kirine. Malbata Aytaş li gundê Silvana yê Gever a Colemêrgê ye.   Piştî sewqî Rîzeyê hatiye kirin malbat ji ber rewşa aborî pir nikare biçe girtîgehê, tenê bi rêya telefonê hevdîtinê pê re dikin.    DIXWAZE KURÊ XWE BIBÎNE    Dayik Meryem Aytaş ku nêzî 4 sal in kurê xwe nedîtiye got: "Bila ev zilm biqede."    Dayik Aytaş, bilêv kir ku 15 rojan carekê bi telefonê bi kurê xwe re diaxife û di axaftina dawî de kurê wê jê re gotiye, li girtîgehê zext û zorî zêde bûne. Dayik Aytaş anî ziman kur kurê wê jê re gotiye: "Tembûra me, radyoya me û pirtûkên me yên kurdî ji me stendin. Rihetî û hizûr nehiştine. Tim heqaretê dikin, xeberan dibêjin."    Aytaş, bilêv kir ku ji ber ku bi tirkî nizanin nikarin derdê xwe ji rayedaran re bibêjin û got: "Ji roja ku kurê min hatiye girtin heya niha em pir zehmetiyê dikişînin. Ji ber ku derfetên me tune ne, ji bo hevdîtinê em nikarin biçin. Hevjînê min jî extiyar û nexweş e. Piştî sirgûnî Rizeyê kirine heya niha min kurê xwe nedîtiye. Çend caran min xwest biçim, lê ji min re got 'neyê, gardiyan heqaretê li malbatan dikin.' Bila dewlet kurê min bîne cihekî nêz. 4 sal in min kurê xwe nedîtiye. Tenê dixwazim kurê xwe bibînim. Bi ser de jî wî xistine hucreyeke yekkesî."    Dayik Aytaş, anî ziman ku ji bo ku kurê wî bînin cihekî nêz daxwazname dane, lê daxwaznameya wan nehatiye qebûlkirin û demek berê jî teblîxatek ji wan re hatiye, heqê xwarina kurê wî ya li girtîgehê ji wan hatiye xwestin. Aytaş got: "Du kaxez ji hepsê hatin. Heqê xwarin û vexwarina kurê min a li girtîgehê xwestin. Ma ez ê ji ku bînim?"    MA / Mazlûm Engîndenîz