Keçikên ku winda bûn hatin dîtin 2020-12-23 09:51:29   MELETÎ - Li Meletiyê 8 keçikên ku li Wargeha Gihandina Keçikan û Malên Stargehê diman winda bûn. Piştî xebatên ku hatin birêvebirin keçik hatin dîtin û teslîmî wargehê hatin kirin.   Li Meletiyê, 8 keçikên ku li Wargeha Gihandina Keçikan û Malên Stargehê yên di bin banê Komeleya Karsazên Meletiyê (MÎAD) de diman winda bûn. Rayedarên wargehê piştî ku ferqkirin keçik ne li wargehê ne rewş ji polîsan re ragihandin. Piştî ku lêgerîn hatin destpêkirin 2 keçik li Vîyadûka Beylerderesiyê hatin dîtin û teslîmî wargehê hatin kirin.  Di encama lêgerînê de keçikên bi navê E.S, S.D, E.BE, Z.Y, A.H. û E.Y. jî hatin dîtin û radestî wargehê hatin kirin.