Di pandemiyê de xwesteka ji bo hînbûna kurdî zêde bûye 2020-12-23 10:45:26   AMED – Endamê Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev diyar kir ku hikumetê di salên dawî de lez daye polîtîkaya pişaftinê û tevî hemû zext û astengiyên li ser ziman jî di serdema pandemiyê de daxwaza hînbûna kurdî zêde bû.    Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an Rewşa Awarte hat ragihandin û Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin weşandin û tevahiya sazî û dezgehên xizmeta ziman û çanda kurdî dikirin hatin girtin. Bi danîna qeyûman re jî zext û dijminatiya li ser zimanê kurdî dom kir. Bi destê qeyûman gelek tabela, nivîs hatin rakirin û saziyên xizmeta kurdî di bin banê şaredariyan de hatin girtin.    Tevî van hemû zextan jî ji bo pêşî li pişaftinê were girtin û zimanê kurdî û çanda kurdî li pêş bikeve gelek sazî û dezgeh hatin vekirin. Yek ji van platform ango dezgehan jî Tora Ziman û Çanda Kurdî ye. Endamê Sekreterya Torê Bawer Berşev ji ajansa me re zextên li ser zimanê kurdî nirxand.    ÎQTÎDAR POLÎTÎKAYA PIŞAFTINÊ DIDOMÎNE    Berşev anî ziman ku îqtîdara AKP’ê di 5 salên dawî de di serî de ji bo tunekirina zimanê kurdî û gelek zimanên din lez daye polîtîkayên pişaftinê û bi hatina qeyûman re sazî û dezgehên xebat û perwerdehiya kurdî birêve dibirin hatin girtin ûastengkirin. Berşev destnîşan kir ku ji bo pişaftina neteweyekî ziman gelek girîng e û wiha got: “Polîtîkayên li ser ziman li pêş dikevin ji ber vê yekê ye. Qeyûman li Kurdistanê tu xizmet nekir. Berevajî vê yekê zimanê kurdî qedexe kirin û pêşketina ziman asteng kirin. Wisa tê xuyakirin ku wê serdemên pêşiya me bi destê qeyûman polîtîkaya pişaftinê bêtir hişk bibe.”    ‘DAXWAZ JI BO HÎNBÛNA KURDÎ ZÊDE BÛYE’    Berşev anî ziman ku Tora Ziman û Çanda Kurdî li dijî polîtîkaya pişaftinê ya dewletê di nava salek dawî de xebatên girîng birêve birin û niha ji ber pandemiyê xebatên xwe bi rêya medya dîjîtal birêve dibin û lig elek deveran xebatên perwerdehiya kurdî didomînin. Berşev destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de û beriya pandemiyê jî dê û bavên kurd ji bo zarokên wan hînî kurdî bibin hewl didin û got: “Malbatên di pêvajoya pandemiyê de li malê ne, ji bo zarokên wan bi kurdî fêr bibin dest bi lêgerîn û kirîna materyalên hînbûna kurdî kirin. Ev hewldan ji bo me gelek girîng e. Pêwiste malbatên me yanî dê bavên kurd ji bo zarokên wan kurdî hîn bibin di nava hewldanan de bin û kurdî fêrî zarokên xwe bikin.”    MA / Ergîn Çaglar