Ji ber berfê rêyên 821 gundan hatin girtin 2020-12-23 13:18:41   WAN-ŞIRNEX - Li herema Serhedê ji ber barîna berfê rêyên 821 gundan hatin girtin. Hat diyarkirin ku ji ber barîna berfê rêya navçeya Elkê jî hatiye girtin.   Li bajarên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê barîna berfê ji duh ve bênavber didome. Ji ber barîn û bahoza berfê li Wanê rêyên gundan hatin girtin. Li navçeya Şaxê 124, li Miksê 70, li Elbakê 22, li Ebexê 44, li Erdîşê 12, li Payîzavayê 30, li Rêya Armûşê 5, li Bêgiriyê 60 û li Tûşbayê jî rêyên 5 gundan hatin girtin. Rêya bêjahiyê ya di navbera Wan û Miksê de jî ji ber barîna berfê ji çûn û hatinê re hat girtin û ji bo vekirinê xebat hatin destpêkirin.   COLEMÊRG   Ji ber barîna berfê li Colemêrg û navçeyên wê jî rêyên 74 gundan hatine girtin   MÛŞ   Her wiha ji heman sedemîna li navend û navçeyên Mûşê jî rêyên gundan hatin girtin. Li navendê 17, li Dêrxasê 1, li Têliyê 10, li Kopê 55, li Milazgirê 65 û li Gimgimê jî rêyên 3 gundan hatin girtin.   BEDLIS   Li Bedlîsê jî rêya 224 gundan hat girtin. Xebatên vekirina riyan ji duh şev ve hatine destpêkirin.   ŞIRNEX   Hat diyarkirin ku ji ber barîna berfê rêya di navbera navçeya Elkê û Şirnexê ji trafîqê re hatiye girtin. 2 kîlometre dûrî navçeyê welatî neçar man ku ji wesayîtên xwe peya bibin û bi meşê çûn navçeyê. Dîsa hat ragihandin ku ji ber barîna berfê gelek rêyên gundên navçeyê hatine girtin.   Ji aliyê din hat hîn bûn ku Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr û gelek partiyî yên ji bo li dar xistina Kongreya HDP’ê ya Elkê çûn navçeyê 2 kîlometre dûrî navçeyê di rê de mane. Hat diyarkirin ku partiyî 2 kîlometreyan meşiyane û gihiştine navenda navçeyê.   Hat ragihandin ku ji bo riyên hatine girtin riya bêjahiyê tu xebat nedane destpêkirin.