Hem perê wî dizîn hem jî gefa kuştinê lê dixwin 2020-12-23 13:40:20   BEDLÎS –  Seyfettîn Calp ku li navçeya Norşînê dijî, diyar kir ku ji aliyê kesê ku 140 hezar TL perê wî diziye ve bi ser “endamên MÎT’e” ve gefa kuştinê lê tê xwarin.    Seyfettîn Calp ku li navçeya Norşînê ya Bedlîsê dijî, angaşt kir ku ji aliyê kesê bi navê S.A. ku ji bo erseke ku li taxa Danişment a navçeya Efelerê ya Aydinê derketiye îhaleyê 140 hezar TL dayê ve hatiye xapandin û gefa kuştinê lê tê xwarin. Calp serboriya xwe vegot û diyar kir ku beriya 5 mehan bi navbeynkariya hevalekî xwe S.A. nas kiriye û ji bo erseke ku derketiye îhaleyê pêşniyara şerîkiyê lê kiriye û ev tişt got: “Pereyê ku S.A. bikeve îhaleyê tunebûn û ji min pere xwest. Di dîrokên cûda de bi giştî min 140 hezar TL dayê. 5 meh in ne min tapo girt û ne jî perê xwe.”   POLIS DIZÎ PERÊ DIPARÊZIN   Calp, anî ziman ku ji aliyê S.A ve ji ber ku perê xwe xwestiye gef lê hatiye xwarin û wiha got: “Dema ku em di ser S.A. de diçin kesên ku xwe weke “endamên MÎT’ê” didin nasîn dikevin dewrê. Me li qereqolê gilî kiriye lê bi tu awayî mudaxale nakin. Ofîsa S.A. ji aliyê polisan ve tê parastin û navnîşana me ji aliyê wesayîtên bê pîlaqe ve tê şopandin. Hefteyeke ji malê dernakevim. Me bazirganiyeke dijî sincî nekiriye. Di nav 5 mehan de ji ber ku dirêj bû nîqaşên me bi S.A. re çêbûn. Piştre kesên biyanî ketin navbera me. Van kesên biyanî xwe weke endamên MÎT’ê didin nasîn û gef li me dixwin. Ji ber ku em kurd in ji me re dibêjin ‘xayînên welat’.”   PEYAMÊN HATINE ŞANDIN   Calp, gefên kesên ku xwe weke “endamên MÎT’ê” didin nasîn ên bi ser vê nimreya 0531-497-... telefonê li wan dixwin parve kir. Di peyama kesekî ku xwe weke “endamê MÎT’ê” daye nasîn de agahiyên nasnameya wî jî di nav de ev gef hatine xwarin: “Seyfî, heke hûn careke din ji bo pere li S. bigerin, wî aciz bikin û giliya wî bikin, em ê serê we jêkin û deynin ber deriyên we. Perexwarine we kesên xayînên welat ji bo kesên mîna S. ê welatperwer helal e. Kuştina we xayînên welat ji bo me peywir e. Tercîh a we ye, ya pere ya jî canê we.”