'Rakirina tecrîdê wê rê li ber aştî û çareseriyê veke’ 2020-12-23 14:18:03 AMED – Rêxistina HDP’ê ya Amedê û hin rêxistinên civakî yên sivîl diyar kirin ku ew xwedî lig reva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdê dane destpêkirin derdikevin û rakirina tecrîdê dê rê li ber aştî û çareseriyê veke.    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê û hin rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê bi boneya balê bikişînin ser rewşa çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daye destpêkirin, li ber Abîdeya Mafê Mirova a li Parka Qoşûyolû daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, rêveberên HDP’ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.    Cîgirê Hevserokên Rêxistina HDP’a Amedê Îrfan Sonmez daxuyanî xwend û wiha got:    “Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di asta herî jorda de xwe nîşan dide. Li girtîgehan hemû mafê girtiyan tune dihesibînin û bi şeklekî dermirovî li ser girtiyan hovîtî tê meşandin.    Di serî de hevserokên me yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û tevahiya siyasetmevanên me û girtî mafên wan hatiye desteserkirin.   DAXWAZA TECRÎDA ÎMRALIYÊ DIKIN   Girtiyên zindanan li îrade xwe xwedî derdikevin û ji bo mafê xwe her dem li berxwe didin. Ji bo civakekî azad û demokrasîyê her dem bedel didin. Girtiyên zindanan niha jî ji bona aramiya civakê, aştiya civakê bedena xwe dane li ber gireva birçîbûnê û daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê dikin.    Rakirina tecrîdê rêya aştî, çareserî, aramiyê wê bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê em wek HDP û sazî û dezgehên sivîl dixwazin daxwazên girtiyan bêne cih.    Îro roja 27’an a greva birçîbûnê ye. Ji ber vê yekê em dixwazin partî, sazî û dezgehên civakî hemû di wî warê de hestiyar bin û baldar bibin. Daxwaza wan daxwaza hemû mirovatiyê ye.”   Daxuyanî berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.