341 rêxistinên civakî bertek nîşanî pêşnûmeqanûna qeyûm dan 2020-12-23 16:50:37   STENBOL – Li Stenbolê 341 rêxistinên civakî yên sivîl teklîfa qanûna ku danîna qeyûm li ser rêxistinên civakî li Meclîsê hevdîtinên wê tên kirin şermezar kirin û diyar kirin ku teklîfa qanûnê li dijî mafê mirovan e.    Li Meclîsê li ser teklîfa qanûna ku qeyûman tayînî rêxistinên civakî were kirin hevdîtin tên kirin. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê, têkildarî bi pêşnûmeqanûna ku tê xwestin qeyûm tayînî ser rêxistinên civakî yên sivîl were kirin li ber avahiya komeleyê ya li Taksîmê daxuyanî da çapemeniyê.  Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek nûnerên rêxistinên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Civaka Sivîl nayê bêdengkirin” vekirin.    Di metna daxuyaniya hat dayîn de îmzeya 341 rêxistinên civakî yên sivîl li bin heye. Ev rêxistinên civakî li dijî teklîfa qanûnê derdikevin û berteka xwe li dijî wê tînin ziman.    ‘QANÛN LI DIJÎ MAFÊ MIROVAN E’    Eren Keskîn diyar kir ku teklîfa qanûnê ya li Meclîsê hevdîtin li serê tê kirin li dijî Destûra Bingehîn, azadiya rêxistinkirinê û peymanên mafê mirovan ên navnetewî ye û ew vê qanûnê qebûl nakin. Keskîn anî ziman ku dema ev teklîf yasayî bibe di serî de komeleyên mafên mirovan û gelek komele, weqf, komeleyên hiqûq, kmeleyên civakî û gelek sazî û dezgehên din dê bi yek îmzeyekê re bi girtinê re rûbirû bimînin. Keskîn destnîşan kir ku li Tirkiyê nêzî 120 hezar komele hene û xwest ku dev ji vê qanûna teklfîfê were berdan.