'Bêdengkirina rêxistinên civaka sivîl, dê darbeyek be li dijî jiyana sivîl' 2020-12-24 09:09:38 ÎZMÎR - Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek, ji bo qanûna ku rê li ber tayinkirina qeyûman a ji bo rêxistinên civaka sivîl û komeleyan anî ziman ku dê bi vê re ser binpêkirinên mafan bê girtin û got: "Bêdengkirina rêxistinên civaka sivîl, dê darbeyeke be li dijî jiyana sivîl."    Çend roj berê îqtidarê "Teklîfa Qanûna Derbarê Astengkirina Fînanskirin Û belavkirina Çekên Komkujiyê" berpêşî Komîsyona Edaletê kir. Bi vê re erkên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû dê zêde bibin û dê karibe qeyûm tayinî komeleyan bike. HDP û CHP li ber vê teklîfê rabûn. Tê payin ku vê hefteyê berpêşî meclîsê bê kirin. Heger ev qanûn bê qebûlkirin dê xebatên saziyên rêxistinên civaka sivîl û komele ku derbarê wan de "lêpirsîna terorê" hatine destpêkirin bên sekinandin û heke bivê tê qeyûm bê tayînkirin.    Rêvebirê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Ahmet Çîçek, teklîfa qanûnê navbirî nirxand.    'RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL SERBIXWE NE'    Çîçek, anî ziman ku rêxistinên civaka sivîl ne rêxistine dewletê ne û bi awayekî serbixwe dixebitin û got: "Ne rast e ku dewlet pêkanîna qeyûmê ji bo van saziyan pêk bîne. Dîzaynkirina rêxistinên civaka sivîl, ne neyteke baş e." Çîçek, anî ziman ku heger ev qanûn bê qebûlkirin dê qeyûm bên tayinkirin, lê belê ev yek li dijî Qanûna Bingehîn û peymanên navneteweyî ye.    PERGALA QEYÛM    Çîçek, anî ziman ku têgiha "terorê" ya di teklîfa navbirî de derbas dibe hem û li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê têgiheke cihê nîqaşê ye. Çîçek, destnîşan kir ku rêvebirên rêxistinên demokratîk bi rihetî wekî "terorsît" tên sûcdarkirin û got: "Ev teklîf jis erî heya binî binpêkirinên mafan di xwe de dihewîne. Mesela wê walî karibin xebatên komeleyan bidin sekinandin. Di kîjan qanûnê de ev erk hene? Erkeke wiha ancax di demên Rewşa Awarte de hene. Navê vê yê dî pergala qeyûm e. Dixwazin qeyûm tayinî her derî bikin, rêxistinên sivaka sivîl bitepsînin."    'DÊ SER BINPÊKIRINÊN MAFAN BÊ NIXUMANDIN'    Çîçek, anî ziman ku komeleya wan bi salan e binpêkirinên mafan tespît dike û piştgiriya kesên mexdûr dike, lê belê heger qeyûm bê tayinkirin dê bibe perçeyek ji dewletê. Çîçek got: "Li cem me mahremyet û ewlehiya kes muhîm e. Mirov bi me bawer in û lewma bêtirs serî li me didin. Mesela kesekî ku sîxurtî lê tê ferzkirin, em serlêdana wî, mehremiyeta wî heya dawiyê dişopînin. Ma gava dewlet li ser saziyeke wiha be, dê mirov karibin serî lê bidin? Ev yek rasterast dê ser binpêkirinên mafan binixumîne."    DARBE    Çîçek, anî ziman ku piştî bangawaziya Serokê Giştî yê MHP'ê devlet Bahçelî ku gotibû "HDP'ê bigirin" ev ketiye rojeva meclîsê û got: "Heger dengê gel HDP bê girtin û girêdayî vê rêxistinên civaka sivîl bên bêdengkirin, dê ev yek darbeyek be li dijî jiyana sivîl."    Çîçek, destnîşan kir ku ew ê li dijî vê yekê bitêkoşin.    MA / Sevda Aydin