Esnafê ku kirêya wî 6 hezar TL ye: Em ê bi 500 TL'yî çi bikin û çi nekin? 2020-12-24 09:11:21 AGIRÎ - Esnafên Agiriyê anîn ziman ku dê 500-750 TL'yê hikûmetê yê ji bo alîkariya kirê bi kêrî tiştekî neyê û gotin: "Ma em ê bi 500 TL'yî çi bikin û çi nekin?"  Esnaf ji ber krîza aborî û şewba Covîd-19'ê perîşan bûne. Hikûmetê ragihandibû ku dê ji bo kirê 500-750 TL'yî alîkariya esnafan bike. Esnafên Agiriyê destnîşan kirin ku dê ev alîkarî bi kêrî tiştekî neyê û heger wisa dewam bike dê hejmara esnafên ku dikanên xwe bigirin zêde bibe.   HEQÊ KIRÊ 6 HEZAR Û 500 TL YE   Vûral Erdem ku dikana wî ya kincan heye, anî ziman ku karê wan ji sedî 70 kêm bûye. Erdem, destnîşan kir ku êdî nikarin heqê kiriya dikana xwe jî bidin. Erdem, bilêv kir ku alîkariya hikûmetê ya ji bo kirê têr nake û got: "Gava pandemî nû çêbû, tam 3 mehan me qet kar nekir. Niha jî qedexe hene. Karê me herî zêde şemî û yekşemê dibe, lê ew roj jî qedexe heye. Lewma em nikarin tu karî bikin. Her kes ketiye etra debarê. Lewma dê gelek esnaf jî mecbûr bimînin dikanên xwe bigirin."    Erdem da zanîn ku mehê 6 hezar û 500 TL'yî heqê kirê dide û got: "Ma ez ê bi 500 TL'yî çi bikim û çi nekim? Li Agiriyê heqê kirê pir biha ye. Ji ber ku kar tune ye, ev qas kirê barê me giran dike."    MEHÊ HEQÊ FATÛREYAN 2 HEZAR TL TÊ    Esnaf Mûrat Aslan jî anî ziman ku mehê tenê 2 hezar TL heqê ceryan û avê dide. Aslan, bilêv kir ku ji bo xebatkarên wî mexdûr nebin dikana xwe vedike û her roj dixisre. Aslan got: "Ev pêvajo bandorek nebaş li aşpêjan kir. Ez her roj dikana xwe vedikim. Rojê bi 300-400 TL'yî dixisrim. Nexasim jî heqê fatûreyan. Gava em dikanê vedikin em pêşî ceryanê vedikin. Dixwazî bila mişterî hebin bila tune bin, em vedikin. Ji ber qedexeyan mişterî nayê. Em li bendê ne rayedar ji bo fatûreyan tiştekî bikin. Kesên 500 TL'yî alîkariyê didin esnafan, tenê heqê xwarina wan a danekî 500 TL ye. Ma yê ev per ji bo kîjan derdê me bibe derman?"    HEQÊ KIRÊ    Fatîh Ozbek ku dikana wî ya pêlavan heye, anî ziman ku karê wan ji sedî 70-80 kêm bûye. Ozbek got: "Agirî bajarekî sar e. Qehwexane girtî ne. Gel tê, nîv saetê disekine û cardin diçe malê. Berê ev der jimirovan xalî nedibû. Niha xwediyê qehwexaneyan nikarin nanekî jî bibin malê. Rayedaran tu alîkarî nekir. Wisa xuyaye dê şewb bi vî awayî neqede. Heger wisa dewam bike ji mecbûrî em ê dikanên xwe bigirin. Li Agiriyê heqê kirê pir biha ne. Gava kar nebe, em nikarin heqê kirê jî bidin. Kes nikare di van şert û mercan de îdare bike."    MA / Bariş Donmez