Îdianameya rojnamevan Karataş amade bû: Nûçeyên wî sûc hatine dîtin 2020-12-24 11:18:14 ERZIROM - Îdianameya derbarê nûçegihanê me Dîndar Karataş ê li Girtîgeha Erziromê tê ragirtin de hat amadekirin. Karataş bi nûçeyên îşkenceyê û tecrîdê tê sûcdarkirin û heta 15 sal ceza jê re tê xwestin.    Nûçegihanê ajansa me Dîndar Karataş di 24’ê mijdarê de li Wanê hat binçavkirin û di 26’ê mijdarê de li Erziromê ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya “endfamê rêxistinê ye” hat girtin. Dozger îdianameya derbarê Karataş de amade kir û radestî Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê kir. Dadgehê îdianame pejirand. Îdianame ji 17 rûpelan pêk tê û di rûpela sêyemîn de cih dane pênasekirina “Komîteya Çapameniyê ya KCK’ê” û rûpelên mayîn jî cih dane nûçeyên Karataş çêkirine û hevdîtina wî ya telefonê ya li gel çavkaniyên wî nûçeyan.    NÛÇEYÊN ÎŞKENCEYÊ KIRINE SÛC    Di îdinameyê de çêkirina nûçeyê derbarê Mûrat Kaya yê bavê 3 zarokan di 6’ê kanûna 2019’an de li navçeya Dutaxê ya Agiriyê k udi serdegirtina malê de hatibû kuştin wek sûc hatiye dîtin. Di îdianameyê de tê gotin ku nûçe li ser navê “rêxistina PKK û KCK’ê” hatiye çêkirin û hevdîtina bi malbata Mûrat Kaya re wek sûc hatiye nirxandin.    Her wiha di îdianeyê de hatiye gotin ku nûçeya derbarê hin welatiyên li gundê Çavûş a girêdayî navçeya Qereyaziya Erziromê bi îşkenceyê re rûbirû mabûn jî kirine sûc.    Her wiha di îdianameyê de nûçeyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şertên li girtîgehan hatine çêkirin jî kirine babeta sûc.    NÛÇEYÊN TECRÎD Û YEKÎTIYA NETEWEYÎ SÛC HATIYE DÎTIN    Nûçeya rojnamevan Karataş a derbarê yekîtiya neteweyî ya kurd bi neviyê Şêx Seîd re hevpeyvîn kiriye jî wek sûc dîtine.    Nûçeya Karataş a derbarê tecrîdê de ku bi endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê re çêkiriye jî wek sûc hatiye dîtin.    Nûçeya endamê Koma Aştiyê û Rêveberê HDP’ê yê berê Nûrettîn Tûrgût jî ku Karataş çêkiriye jî bûye mijara sûc.    NÛÇEYA ÎNTÎHARÊ BÛYE SÛC   Karataş derbarê Sînan Gencer ê di 23’yê îlona 2019’an de li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind de ku tê gotin întîhar kiriye de nûçeyek çêkiriye. Ev nûçeya Karataş jî wek sûc dîtine.    15 SAL CEZA TÊ XWESTIN    Di beşa dawî ya îdinameyê de jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye xwestin Karataş ji 7 sal û nîvan heta 15 salan bi cezayê zîndanê lê were sepandin.    Danişîna ewil a doza derbarê Karataş de dê di 9’ê sibata 2021’an de li Edliya Stenbolê were lidarxistin.    MA / Mujdat Can