Fîncanci: Ji ber şewbê divê rêveberiyên dewletan hemû bên darizandin 2020-12-24 11:46:16 ENQERE - Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korur Fincanci, diyar kir ku hemû rêveberiyên dewletan ji şewba virûsa corona berpirsiyar in û xwest hemû rêveberiyên dewlet bên darizandin. Wekî sûcdarên şer û komkujiyan divê hemû li dadgehên navneteweyî bên darizandin.    Şewba vîrûsa corona (Kovid-19) li Tirkiye û cîhanê her roj belav dibe û her roj dibe sebebê mirina hezaran mirov. Heta niha nêzî 2 milyon mirov bi şewba vîrûsê mirin. Li Tirkiye her rojê nêzî 250 kes bi şewba covît-19 dimirin. Lê heta niha rêveberiyên dewletan rê li pêş vê şewbê negirtiye û her bi hezaran mirov bi vê şewbê dibirin. Tekildarî binpêkirina mafan ku şewb dibe sedem Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, nirxandin kir û diyar kir ku rêveberiyên dewletan berpirsiyarê vê yekê ne.    Fîncanci, ewil anî ziman ku mêtîngeriya kapîtalîzmê netê keda mirov naxwe û wiha got: "Ev metîngerî tenê li ser mirovan mêtîngeriyê nake, di heman demê de li ser hemû xweza û zindiyên xwezayê mêtîngeriyê dike. Rojên borî li bajarekî ku hilberîna vizonan dihat kirin, ji nişka ve mutasyonek din derket holê. Vê carê biryar dan ku vizonên li vir hilberîna wan dikin qetil bikin. Ji ber zindiyan ji nava xweza û habîtata wan derdixin û li gorî berjewendiyên xwe hilberîna wan dikin, dibe perçeyekî mêtîngeriya kapitalizmê. Ev jî piştî demekê dibe sedema şewba kurevî. Heta ku ev mêtîngeriya kapîlatîzmê bi dawî nebe, cihan, xwe û hemû zindiyên li cîhanê dê nikaribin bi ewle û tenduristî bijîn. Kapitalizm, hemû xweza û tenduristiya zindiyan xera dike û zerarê dide. Ji ber vê yekê divê mêtîngeriya li ser xweza û zindiyan bi dawî bibe."     PIŞTÎ TENDURISTÎ XIZTIN XİZMETA BAZIRGANIYÊ BÛ SEDEMA MIRINA MIROVAN    Fîncanci, destnîşan kirin ku 30 sal berê tenduristî xiztin xizmeta piyasa bazirganiyê û ev yek bû sedema mirina mirovan û wiha got:  "Ji ber ku hilberîn tenê li ser karê ava kirin. Piştî şewba kurevî dest pê kir, gavên sereke yên bên avêtin hene. Diviya bû berî her tiştî qatên ku miroav bi komî lê dijîn bên girtin. Lê hemû welatan ev yek pir kêm pêk anî. Mixabin ji ber vê yekê gelek mirovan ji yana xwe ji dest da. Mirov neçarî karê komî kirin. Neçarî suyarkirina maşîneyên komî kirin. Ji ber şertên komî şewb belav bû. Ji ber vê şewbê pirsgirêkên tenduristiyê derketin asta jor. Ev bû sedem ku karê rêxistinên tenduristiyê pir zêde bibe. Bû sedem ku zêde bi nexweşiyan re rû bi rû bimînin. Rêjeya mirina xizmetkarên tenduristiye zêde bû. Ne tenê Tirkiye hemû dewletên cîhanê êdî nikare vê şewbê bi rêve bibe. Ev jî girêdayî pergala kapitalizmê ya ku ji bo li ser piyan bimîne rê li pêş mêtîngeriye vedike ye.  Em dibînin ku serdest tu carî dest ji kara xwe bernadin û ev serdem ji bo xwe kirine firsend. Bêtir rê li pêş zêdebuna kara xwe vekirin.    VÎRÛS JI VIHÊ KAR GIRTIN Û BIRIN MALÊ   Fîncanci, da zanîn ku di pêvajoya şewbê de stratejiya ketina malê ya xwezayî pêş nexistin u wiha berdewam kir "Hilberînê berdewam kir. Xebata kar berdewam kir. Bi komî di fabriqe û kargeriyan de kar kirin. Cihê xebata komî bû sedem ku nexweyi lê belav kom bibe û belav bibe. Li cihê kar vîrûs girtin û birin malê. Ev pirsgirêka rêveberiya navendî ye. Ji ber ku tedbîr negirtin. Li gorî daneyên fermî nêzî 20 hezar mirov mirin. Eger mekanizmaya filyasyonê baş pêk anîbûna wê demê me dê karibûya rê li pêş belavbuna virûsê bigirtaya."     SÎNDEMÎ GIRÎNG E    Fîncanci, bal kişand ser Sindemiyê û wiha pêde çû: "Sîndemî, ji teşeyê avakirina rêxistinên tenduristiyê heta aboriyê, ji sûdgirtina cihê mirov lê dijî heta şertên xwezayê yekpare ye. Ji ber vê yekê pergala sîndemiyê girîng e. Em zanîn di salên dawî de navbera cîna jêr û jor pir zêde bûye. Newekheviyek pir mezin heye. Ji ber şer didome mirov nikare bi serê xwe jî bijî. Mirov nikare li zozanên xwe bijîn, nikarin sewalkarî û çandiniyê xwe bikin. Ji ber xizaniya zêde û şerê heyî wekî salên 80-90’an mirov dîsa koçber bûn. Dîsa ji ber qedexeyên dirêj ên kolanan bandor li ser koçberiyê kir. Mirov li bajaran di nava şertên pir bi sînor de jiyan. Neçar man ku di xaniyên qelebalik de bijîn. Betalî jî li ser vê yekê zêde bûn û şertên jiyanê bêtir dijwar bû. Vê yekê tenduristiya mirov jî xera kir. Li gel vê yekê rêxistinên tenduristiya cemawerkiyê têk çûn. Bi vê yekê re êdî mirov nikarin sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin. "    AKP MÎMARÊ POLÎTÎKAYÊN NEO LÎBLERAL E   Fîncanci, polîtîkayên AKP'ê yên li dijî tenduristiyê jî rexne kir û wiha got: "Mîmarê polîtîkaya neo-liberal AKP ye. AKP bû sedem ku van polîtîkayan têxe meriyetê. Ji ber vê yekê hemû wezîrê tenduristiyê yên serdema AKP'ê ji vê têkçûna tenduristiyê berpirsiyar in. Divê îro berpirsiyar bên darizandin.  TTB ji destpêkê heta niha her tim hewl da zelal tev bigere. Ya girîng em gotinên xwe bi zelalî parve bikin û cemaweriyê rast agahdar bikin e. Ji destpêkê hete niha me hewl da ji bo xizmeta tenduristiya cemaweriyê gavan bavêjin. "    DIVÊ RÊVEBERIYÊN HEMÛ DEWLETAN BÊN DARIZANDIN   Fîncanci, destnîşan kir ku hemû rêveberiyên dewletên pergala mêtîngeriyê ya kapitalizmê bi xwe re ava kiriye, diparêzin berpirsiyarê vê şewbê ne û wiha got: "Divê hemû rêveberiyên dewletan ji belavkirina vê şewbê berpirsiyar bên dîtin û bên darizandin. Divê rêveberiyên hemû dewletan li dadgehpên navneteweyî bên darizandin. Dadgehên navneteweyî divê tenê binpêkirinên şer, îşkence, komkujan neşopîne. Dadgehên Navneteweyî divê di heman demê de sûcê ku cîhanê talan û wîran dike û nexweşiyê belav dike jî bişopîne û berpirsiyarê wê darizîne û ceza bike."    Fîncanci, herî dawî xwest ku di cîhanek nediyarî û alozî lê tune be de bêtir karibin bi wêrekî bi xwe re rû bi rû bibin û van şertan ava bikin. Fincanci, xwest cîhanek ku tu carî bi tenê nemînin û her tim karibin li cîhanek mil bidin hev û bi hevre bijîn ava blikin.    MA / Zemo Aggoz