Dozger dê ji bo doza rojnamevan Boltan mutala amade bike 2020-12-24 11:59:31   AMED – Danişîna doza rojnamevan Hakki Boltan a bi îdiaya “heqaret li Serokkomar kiriye” ji bo dozger biryara xwe amade bike hat taloqkirin.    Danişîna 5’emîn a doza rojnamevan Hakki Boltan bi îdiaya “heqaret li Serokkomar kiriye” li Dadgeha Cezayê Asliye ya 12’emîn a Amedê hat lidarxistin. Boltan beşdarî danişînê nebû û parêzerê wî Resûl Tamûr amade bû. Danişîna ku dadger guherîbû bi xwendina girtekên danişîna berê dest pê kir.    Pişt re parêzer Resûl Tamûr diyar kir ku ew hisûsên li dijî miwekîlê wî di rapora pispor de cih digirin qebûl nake û ew ê piştî ku dozger biryara xwe amade bike parastinê bike.    Dozger jî xwest ji bo ew biryara xwe ango mutalayê amade bike xwest dosyeyê bidin wan.    Dadger bi boneya ku dozger biryara xwe amade bike beriya roja danişînê teblîxî Boltan û parêzerê wî were kirin danişînê taloqî 11’ê adara 2021’an kir.