‘Doza Parêzeran a KCK’ê hat taloqkirin 2020-12-24 13:43:28   STENBOL – Şandeya Dadgehê mazereta parêzerên ji “Doza Parêzeran a KCK’ê” tên darizandin ku beşdarî danişînê nebûn qebûl kir û danişînê taloq kir.    Danişîna “Doza Parêzeran a KCK’ê” ku 45 kes bi îdiayên “rêveberiya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” jê tên darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Parêzeran mazeret ragihandin û beşdarî danişînê nebûn. Şandeya dadgehê mazereta parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 4’ê gulana 2021’an kir.