Dema wezîfeya Komîsyona OHAL’ê salek hat dirêjkirin 2020-12-25 08:41:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Dema wezîfeya Komîsyona Lêkolîna Karûbarên OHAL’ê  ji bo salekê hat dirêjkirin.    Komîsyona Lêkolîna Karûbarên Rewşa Awarte (OHAL) ji bo li gilî û gazinên kesên di çarçoveya Biryarên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatine îxrackirin û ji wezîfeya xwe hatine dûrxistin û sazî û dezgehên hatine girtin lêkolîn bike hatiye avakirin. Dema wezîfeya Komîsyona OHAL’ê ji bo salekê carek din hat dirêjkirin. Biryara dirêjkirina dema wezîfeyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin.    Biryar bi îmzeya Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan hat weşandin û li ser vê biryarê dê salek din jî wezîfeyê birêve bibe.    Komîsyonê heta niha ji 126 hezar û 300 serlêdanan 110 hezar û 250 serlêdanan girêdaye biryarê û li ser 16 hezar û 50 serlêdanan jî lêkolîn didome.