ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-25 09:00:02 * Endama Desteya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê Rûkiye Eker Omeroglû bal kişand ser tevdîrên ji bo pandemiyê û got: "Em Odeya Bijîşkan a Stenbolê êdî bûne amadekarê merasîma cenazeyan. Em her roj li nexweşxaneyekê merasîma cenazeyan li dar dixin."  * Rojnamevan Sozda Oremar ku binpêkirinên mafan ên li Efrînê dişopîne, diyar kir ku jinên lixwekirina çarşefê qebûl nakin wekî "heram" tên nîşandan û got: "Hin jin hene bi salan e derneketine derve. Ji lewra gava derdikevin bi taciz, tecawiz û êrîşên çeteyan re rû bi rû dimînin."    * Derbarê "karesata keştiyê" ya li Wanê de îdianame hat amadekirin. Îdianame bi tawanbariya "kaçaxçîtiya koçberan" û "bi zanebûn bû sedema mirina gelek kesan" derbarê 12 kesan de hatiye amadekirin. Her wiha îdianameyê de hatiye diyarkirin ku "belgeya keştiyê ya ji bo behrê guncan e" tune ye û ji kapasîteyê zêdetir rêwî lê hatine siwarkirin.    * Nûnerên partiyên siyasî anîn ziman ku çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê rewa û daxwazên wan jî daxwazine mafdar in û gotin dê bi têkoşîna yên li derve jî rûpeleke nû li ber welêt vebe.    * Li Tirkiyeyê di sala 2020'an de di qada darazê de ceza, lêpirsîn, îşkence, tecrîd û lêgerîna tazî kêm nebû. Mirov ji helîkoptêrê avêtin, wekîl hatin girtin û siyasetmedar hatin cezakirin. Dadgehên Tirkiyeyê li ser fermana Erdogan biryara DMME nas nekir. Polîs û eskerên tecawiz kirin serbest hatin berdan.    * Danişîna 5'emîn a Doza Malbata Şenyaşar dê li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn a Meletiyê were lidarxistin. (11.00)    * KESK dê li Amed û Antalyayê têkildarî Komîsyona Lêkolînê ya OHAL'ê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30-13.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê dê têkildarî salvegera Komkujiya Mereşê li avahiya xwe daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)