Li Edenê 3 welatî hatin girtin 2020-12-25 12:00:32   EDENE - Di çarçoveya operasyona ku navenda wê Edene bû 5 welatî hatibûn binçavkirin. Ji van 3 welatî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komara Edenê bi rêve bir de di 16’ê kanûnê de operasyona ku navênda wê Edene, bi serdegirtinên malan yên li Amed û Kocaeliyê 5 welatî hatibûn binçavkirin.    Welatiyên hatin binçavkirin piştî karûbarên binçavkirina li Miduriyeta Polîsan a Edeneyê birin Edliyeya Edeneyê. Piştî ku dozgeriyê îfade girtin 5 welatî bi “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Edenê kir. Dadgehê jî piştî îfadeyên welatiyan 2 kes bi şertê kontrola edlî berda, 3 kes jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girt û şand girtîgehê.