Fotografek heye Leylayê li Roboskî hêsirên Sevîmê paqij dike… 2020-12-25 13:18:13   ROBOSKÎ – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li Roboskiyê hêsirên çavê dayikek ku xwişka du qûrbaniyên Roboskî ye paqij dikir û di wê kêliyê de fotograf hatiye girtin. Ew fotograf wextê girtina Guven bû rojev. Sevîm Encu ya ku Guven rondikên wê paqij dikir got: “Leyla serdana me dikir. Kezeba me hênik dikir. Bila berdin.”    Ne mimkin e meriv xwe bigihîne lez û beza sepanên “demokrasiya pêşketî” ya îqtîdarê. Dadgeha Amedê 22 sal û 3 meh cezayê zîndanê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven birî û biryara girtinê derxist. Guven di heman rojê de hat girtin û rojek şûn ve şandin Girtîgeha Jinan a Xarpêtê.    Wextê ceza li Guven hat birîn û hat girtin, wêneyêk wê li ser medyaya civakî bû rojev. Guven sala par beşdarî bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Roboskî bûbû. Di kêliya bîranîna li ser goran de Guven bi destê xwe hêsirên çavê dayikek ku xwişka du qûrbaniyan e paqij dikir. Wextê min nûçeya girtina Guven amade dikir, fotografek li ber çavê me diçû û dihat. Piştî ew fotograf wisa hat belavkirin, berê min dida Roboskî û biçim li hêsirê wê dayikê binêrim û ka ew ji bo wî fotografî û girtina Guven çi dibêje.    Ez ji Amedê derketim rê û berê min ket Roboskî. Rêwîtiya min bi zehmet bû. Rêya ez qala wê dikim tev tevî hev 350 kîlometre ye. Lê belê rêwîtiya min du roj dewam kir.    Dema em gihîştin gund me bihîstin ku Leyla Guven şandine Girtîgeha Xarpêtê. Gundê ez qal dikim di bîra we hemûyan de ye. Gundê Roboskî ye an jî bi gotinek din Robozik e. Girêdayî navçeya Qilabanê ya Şirnexê ye. Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye. Di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên Tirkiyê nîvê şevê êriş birin ser 34 welatiyên Roboskî yên qaçaxiya sînor dikirin. 34 welatî hatin qetilkirin. Ev qurbanî bi bombeyên giran û mezin ên dewletê hatin qetilkirin.     Vaye ew dayika ku Leylayê hêsirên wê paqij dikir ji vî gundî ye. Ew Sevîm Encu ye. Du birayên wê di komkujiyê de hatine qetilkirin. Helbet çîroka wê ne ewqas e. Hevjînê wê Servet Encu ji komkujiyê sax rizgar dibe. Ji Komkujiyê 4 welatî sax rizgar bûbûn.    JI BO DIYARÎ JI MAMOSTEYÊ XWE RE BIKIRE ÇÛYE QAÇAXIYÊ    Birayê wê Orhan Encu hêj 13 salî bû û ji bo ew ji mamosteyê xwe yê tirkî fêrî wî dikir re diyariya sersalê bikire çûye qaçaxiyê. Kekê Sevîmê, Zeydan jî li gel ku malbata wî li hember wî derketiye jî xwestiye biçe qaçaxiyê û carek din ji ser wî sînorên ku derveyî vîna kurdan hatiye xêzkirin venegeriya. 9 sal in şîn, êş, kul û rondikên çavê welatiyên li vî gundî kêm nebûne. Sevîm Encu jî ne qet şîna xwe bi dawî kir û ne jî qet êşa xwe ji bîra dike. Sevîm Encu dibêje ku her du birayên wê jî cara ewil bû dest bi vî karî kirine. Cara ewil û dawî…    ÎSYANA LI HEMBER MIRINA BÊEDALET     Sevîm Encû dibêje li ser Orhanê bira yê biçûk pêşmalk ango îşlikê dibistanê hebûye û dibêje “qe nebûya ji wê pêşmalkê bila şerm bikirina.” Encu wiha li gotinên xwe zêde dike: “Birayên min û zarokên me bêsûc û bêguneh bûn.” Encu dibêje ji bo du sê bidon mazot ku dê 100 lîre jê bihata bi bombeyên giraniya tonan hatin kuştin û îsyana wê li hember mirina bêedalet e.    ‘KEZEBA LEYLAYÊ JI BO ME DIŞEWITÎ’    Dema min fotografê Sevîmê yê li gel Leyla Guven nîşanî wê da, hêsirên wê dest pê kirin û giriya. Ji ser zimanê Sevîm Encu ev peyv û hevok diniqûtîn: “Sala bihûrî bû. Salvegera qetilkirinê bû. Ev fotograf di bîranîna li ser goran de hat girtin. Kezeba Leylayê ji bo me dişewitî. Ew jî yek ji me bû. Çi ji me dixwazin? Bi salan em dibêjin biratî. Lê ew vî dengê me nabihîzin.”    EWIL EW FOTOGRAF TÊ BÎRA WÊ   Encû destnîşn dike ku dema Leyla Guven hatiye girtin ev fotograf hatiye bîra wê û wiha dibêje: “Wextê ku hat girtin kêliya ewil ev fotograf hat bîra min. Sûcek jî nîne. Wê ji bilî ku li nav xelkê bigere tiştek din nekir. Bila Leylayê berdin, tu sûcekî wê nîne. Leyla dihat serdana me û kezeba me av dida û hênik dikir. Ji bo xelkê me bi mehan di greva birçîbûnê de ma. Bi salane em dibêjin biratî û aştî, lê belê wan her tim bi qetilkirinan bersiva me da.”    MA / Sedat Yilmaz