Cenazeyê kurê xwe dixwaze 2020-12-25 14:26:31 AMED – Nazmiye Kaya da zanîn ku ev du sal in nikare cenazeyê kurê xwe yê li Goristana Kîlyosê di bin peyarêyê de hatiye veşartin werbigire û got: “Hestiyên kurê min bidin.”  Di kanûna 2017’an de 282 cenae ji Goristana Xerzana Bedlîsê hatin derxistin û biribûn Stenbolê. Ji van 282 cenazeyan 261 cenaze birin li bin peyarêya Goristana Kîlyosa Stenbolê di qutiyan de veşartin. Yek ji van cenazeyan jî aydê endamê HPG’ê Ûlaş Çelîk e. Malbata Ûlaş Çelîk dibêje ev 2 sal in nikarin cenazeyê xwe werbigirin.    Malbata Çelîk û rêveberên MEBYA-DER’ê têkildarî nedana cenaze li Goristana Yenîkoyê ya Amedê daxuyanî dan.    Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag bi bîr xist ku Ûlaş Çelîk di sala 1996’an de li herêma Garisa ya Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest daye û li Goristana Xerzanê veşartîbûye û derxistine. Karadag anî ziman ku yek ji van cenazeyên li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatiye veşartin ê Ûlaş Çelîk e û li gel malbata wî nimûneya xwîna DNA’yê daye jî du sal in nikare cenaze werbigire.    ‘HESTIYÊ KURÊ MIN BIDIN’    Dayika Ûlaş Çelîk, Nazmiye Kaya jî axivî û diyar kir ku goristan tên bombebarankirin û hilweşandin û got: “Êdî bes e. Bila ev zarok neyên kuştin. Qey qet wîjdana we nîne? Ez bang li rayedaran dikim; hestiyê kurê min bidin.”