Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kart û pirtûk şandin girtîgehan 2020-12-25 14:34:52   MÊRSÎN – Endamên Meclîsa Ciwanan a Mêrsînê bi armanca piştevaniyê kart û pirtûk ji girtiyan re şandin.    Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’a Mêrsînê bi armanca piştevaniyê bidin girtiyan ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, li avahiya HDP’a Navçeya Akdenîzê civiyan. Endamên Meclîsê bi bîr xistin ku girtî girtiyên ji bo aştî û azadiyê têdikoşin li dijî zilmê û binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne û ew xwedî li daxwaza girtiyan derdikevin. Ciwanên HDP’ê piştî daxuyanî dan, çûn Şaxa PTT’ê ya Akdenîzê û pirtûk û kartên piştevaniyê ji girtiyan re şandin.