Hevserokê HDP’a Agiriyê hat berdan 2020-12-25 14:38:12   AGIRÎ - Hevserokê HDP’ê ya Bajêr ê Agiriyê Cemal Akar ê duh hatibû binçavkirin hat berdan.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bajêr ê Agiriyê Cemal Akara duh polîsan bi ser mala wî de girtibû û ew binçav kiribû. Akar, îro piştî karûbarên li Mudiriyeta Polîsan a Agiriyê birin Edliya Agiriyê. Dozgeriyê, pirsa daxuyaniya ku li pêş avahiya partiya xwe ya têkîldarî girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dabûn ji Akar kir û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” sewqî dadger kir. Dadger jî Akar bi şertê kontrola edlî berda.