Xebatkarên PTT'ê: Heya ne mecbûrî be danûstandina bi rêya kargoyê nekin 2020-12-26 09:07:24   MÊRSÎN - Piştî ku PTT'ê beriya sersalê kampanyaya daşikandinê da destpêkirin, kar û barê xebatkaran jî giran bû û xetereya ku bi şewbê bikevin jî zêde bû. Xebatkarên PTT'ê ji welatiyan xwestin ku heya ne mecbûrî be bi rêya kargoyê danûstandinê nekin. PTT'ê di navbera 25-31'ê Kanûnê de ji bo posteyên lezgîn û kargoyan kampanyayeke daşikandinê ya ji sedî 25'ê da destpêkirin. Lê belê ev yek kir ku barê xebatkarên PTT'ê girantir bibe û xetereya ku bi şewbê bikevin jî zêde bibe. Xebatkarên PTT'ê bal kişandin ser kampanyaya navbirî û pirsgirêkên ku pê re rû bi rû dimînin. Rêvebirê Sendîkaya Kedkarên Çapemenî û Postayê (Haber-Sen) a Şaxa 7'an a Mêrsînê Îbrahîm Halîl Okdem, anî ziman ku di dema pandemiyê de barê sektora lojîstîkê pir giran bûye. Okdem, diyar kir ku ji ber ku li qadê dixebitin di nav koma xetere de ne û her roj bi metirsiya ku dê bi şewbê bikevin û dê seba wan malbatên wan jî pê bikeve diçin kar. Okdem got: "Mixabin xizmên hin xebatkaran jiyana xwe ji dest da. Ji xebatkarên ku bi şewbê ketin û bi rojan rihet nebûn, rapor xwestin." Okdem, anî ziman ku di vê serdemê de xwestine barê wan bê sivikkirin lê belê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin û got: "Bi şewbê re nexasim jî alvêra bi kargoyê zêde bû. Ev yek kir ku barê me yê giran hîn girantir bibe." BANGAWAZÎ Okdem, xwest şert û mercên wan bên başkirin û li kargehan pîvana mesafeya fizîkî esas bê girtin. Okdem, bang li welatiyan kir ku di serdemeke wiha de heya ku ne mecbûrî be bi awayê kargoyê danîstendinê nekin. Rêvebirê sendîkayê û xebatkarê PTT'ê Adanir Eren jî diyar kir ku di dema pandemiyê de piştî kedkarên tenduristiyê barê giran li ser milê xebatkarên PTT'ê ye. PEYMAN HATIN FESIXKIRIN Eren, bilêv kir ku çi di belavkirina poste û kargoyan de çi jî di kar û barê gîşeyan de liv û tevgereke zêde çêbûye û got: "Di vê pêvajoyê de me xwest bi awayekî rêk û pêk xebatkar bên testkirin, lê belê di serdemeke wiha de peymanên bi nexweşxaneyên taybet û saziyên tenduristiyê re hatin fesixkirin û yên nû nehatin çêkirin." HEM EW HEM JÎ MALBATÊN WAN MEXDÛR BÛN Eren, anî ziman ku xebatkarên PTT'ê daxilî nav xebata dorveger û sist nehatine kirin û got: "Ne tenê me, malbat û zarokên me jî mexdûr dikin. Ji ber ku pergala perwerdehiya dûra dest pê kiriye, zarokên me li mal in. Dê û bav di warê dersan de alîkariya wan dikin." Eren, diyar kir ku gelek xaran daxwaz kirine ku di bin banê PTT'ê de kreş bên vekirin, lê nehatin vekirin û bi ser de yên heyî digirin. Nexasim jî xebatkarên jin di vî warî de pir mexddûr bûne." 'HEJMARA XEBATKARAN KÊM E' Eren, destnîşan kir ku ji roja ku pandemî dest pê kiriye heya niha ew xebatkarên PTT'ê xwe bi xwe tevdîrên xwe digirin û got: "Mixabin tevdîrên ji bo PTT'ê hatin girtin ji bo tevahiya kargehan nehatin girtin. Mesela li midûriyetên navendî li ber gîşeyan sîpre hene, lê ev li gelek şaxên PTT tune ye. Li navendê maske û dezenfektan tên peydakirin, lê li şaxan ev tişt bi rihetî nayên peydakirin. Rêveberiya PTT'ê kadroya normî ya şaxan kiriye dudoa. Lê belê jî li gelek şaxan tenê kesek dixebite." Eren, destnîşan kir ku ji bo şert û mercên kar baş bibin û barê wan sivik bibe, divê hejmara xebatkaran bê zêdekirin. MA / Omer Akin