Şewb dê kengî têk biçê? 2020-12-26 09:07:29 ENQERE - Pisporê Klînîk Mîkrobiyolojî û Nexweşînên Enfeksiyonê Dr. Mûstafa Torûn, diyar kir ku derziyên ku dê bên Tirkiyeyê kêm in û got: "Heya ji sedî 60-70'yê civakê neyê derzîkirin ne mimkun e ku şewb têk biçe."  Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, di 24'ê Kanûnê de daxuyandibû ku dê derzî di şeva 27'ê Kanûnê de ji Çînê bên û dê bi stratejiyeke 4 merheleyî dest bi derzîkirinê bikin. Sağlık Bakanı Fahrettin Koca, 24 Aralık’ta yaptığı açıklamayla, koronavirüs (Kovid-19) aşısının, 27 Aralık gecesi Çin’den yola çıkacağını ve 4 aşamalı stratejiyle aşılamaya başlanacağını duyurdu. Koca’nın açıklaması ardından, aşıya dair yürütülen tartışmalara, Türkiye’deki sağlık sisteminin aşılama sürecinde yeterli olup olmayacağına dair kaygılar da eklenmiş durumda.    Pisporê Klînîk Mîkrobiyolojî û Nexweşînên Enfeksiyonê û Delegeyê Kongreya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Mûstafa Torûn, derbarê derziyên dê bên û awayê derzîkirinê de axivî.    DERZIYA ÇÎNÊ DERZIYEKE PÊBAWER E    Torûn derbarê derziyên ku dê ji Çînê bên de got: "Derziya Çînê derziyeke înaktîf e. Ev rêbaz berê di Hepatît-B, grîp û yên din de hatiye bikaranîn. Yanî derziyeke ku awayê mirî yê vîrusê tê bikaranîn û piştî di çend muameleyan re derbas dibe, qabîleyeta wê ya bibe cihê nexweşînê kêm dike an jî bi temamî dikuje. Ev derzî, hindik maye merheleya xwe ya Faz-3'yan temam bike. Ruxset jî stend. Heya niha li ser nêzî milyonek kesî hatiye ceribandin. Li Tirkiyeyê jî Faz-3 li Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepeyê û navendên din tê kirin. Heya niha em werê dizanin bandorên wê yên nebaş kêm in û derziyeke pêbawer e. Her wuha derziyên din jî yên Faz-3 temam kirine û hatine qebûlkirin jî pêbawer in."    Torûn, anî ziman ku gava ev derzî bê Tirkiyeyê ew ê jî li xwe bixe û got: "Di vir de çareya baş, derzî ye. Heya mirov vîrusa zindî bigire, ya mirî bigire çêtir e. Jixwe dibe ku ji nişkave em bigirin. Yanî şensekî me yê ku em bibêjin 'Em ditirsin vê derziyê li xwe bixin, çi dibe nabe' tune ye. Ji lewra mirov dimirin."    HEJMARA DERZIYAN KÊM E    Wezîr Koca daxuyandibû ku dê 50 milyon derzî bên Tirkiyey. Lê belê Torûn, diyar kir ku ev hejmar kêm e û got: "Li gor qaydeyên zanistî tevahiya civakê neyêd erzîkirin jî, herî kêm divê ji sedî 60-70'yê civakê bê derzîkirin. Heya ji sedî 60-70'yê civakê neyê derzîkirin ne mimkun e ku şewb têk biçe."    'DIVÊ RÊXISTINÊN TENDURISTIYÊ DAXILÎ PÊVAJOYÊ BÊN KIRIN'    Torûn, anî ziman ku bi qasî ku dizanin dê bijîkên malbatê derziyan li mirovan bixin û got: "Gelo wê bijîşkên malbatê bes bin? Helbet na. Derzîkirin ne meseleyeke hêsan e. Herî kêm dê 2-3 mehan dewam bike. Hêvîdar im di vî warî de pêşektinek çêbibe. Heta ji bo vê divê nexweşxaneyên sahrayê bên çêkirin. Ji ber ku bi awayekîg iştî ye, demildest divê rêxistinbûyîna vê bê kirin."    Torûn, destnîşan kir ku divê pêşî girtî bên derzîkirin, ji lewra ew di koma xetereyê de ne û û got: "Ji bo vê amadekarî divên. Em tim behsa zelaliyê dikin. Rêxistinên tenduristiyê, ked û pîşeyî û demokratîk giş divê têkevin dewrê. Saziyên tenduristiyê hemû divê daxilî nav pêvajoya pandemî û derzîkirinê bibin. Yan na dê nikaribin ji bin vî barî rabin."    PARASTIN JI TEDAWIYÊ BAŞTIR E    Torûn, destnîşan kir ku parastin ji tedawiyê baştir e. Torûn, diyar kir ku gava derzîkirin dest pê bike, wisa xuyaye dê di 10-14 rojan de bersiva antîkorê jî rû bide û got: "Lê belê dibe ku ev di hin nexweşan de dirêj dewam bike û di hinan de jî kêm hindik."    Torûn, bilêv kir ku li gor pêşbîniya wan ev derzî dê bi qasî 6 mehan mirovan biparêze û got: "Lê encama qethî dê piştî faz-4'ê zelal bibe. Pêşbîniya me ya niha 6 meh e, lê em hêvî dikin salek be."    MA / Zemo Aggoz