Ji bo Roboskiyê jibîr neke li ber goristanê xanî çêkir 2020-12-26 09:07:34 ROBOSKÎ  - Zekî Tosûn ku di Komkujiya Roboskiyê de kurê wî Mehmet Alî Tosûn hat kuştin, ji bo ji bîr neke, nede jibîrkirin li hemberî goristanê xanî çêkiriye û her roj di derî û paceyan de lê dinêre. Dê û bav gava kar û barekî wan tune be, diçin goristanê bêhna xwe vedidin û dua dikin.   Zekî Tosûn ku kurê wî Mehmet Alî Tosûn di Komkujiya Roboskiyê de hat kuştin, anî ziman ku pêvajoya hiqûqî ya li Enqereyê ser wê hat girtin dê nikaribe ser rastiyê binixumîne. Bav Tosûn, bibîr xist ku zarokên wan ji ber ku ji xwe re mazot, şekir, çay û birinc dianîn û tu fiyetê wan bidî ser hev ancax 50-100 lîre dikin, lê belê bi bombeyan hatin kuştin. Tosûn, destnîşan kir ku piştî komkujiyê mal û milk li ber çavê wî bêqîmet bûne.    EM ÇETEK Û KEVÇIYEKÎ ZÊDE DATÎNIN SER SIFREYÊ    Tosûn, bilêv kir ku 9 sal di ser komkujiyê re derbas bûne, lê belê hîn jî ji bo wan wekî roja ewil e û got: "Em her tim çetel û kevçiyê Mehmet Alî jî datînin ser sifreya xwe. Me bawer nedikir ku miribe. Û hema kêliyekê be jî ji bîra me derneket. Heya niah me qet jibîr nekiriye. Ez hîn jî bi navê Mehmet Alî bang li zarokên xwe dikim. Em ê tu carî van mirovan jibîr nekin. Piştî vê bûyerê derûniya me gişa xera bû. Dêya wî bi şev û bi roj navê wî bilêv dike."    KURÊ MIN DIXWEST LI VÊ DERÊ XANÎ ÇÊBIKIM    Bav Tosûn ku li ber goristana 34 kesên di komkujiyê de hatin kuştin xanî çêkiriye, got: "Goristan li ber me ye. Carinan gava em li wê goristanê mêze dikin, em digirîn. Ji bo em van 34 mirovan jibîr nekin, min li hember goristanê xanî çêkir. 3 sal in di vî xaniyî de me. Kurê min tim digot 'Bavo heger em xaniyekî çêbikim, em li vê derê çêbikin.' Ev xeyala wî bû. Min ev xênî jî li ser navê Mehmet Alî çêkir. Her kes dibêje mala Mehmet Alî. Em ê tu carî jibîr nekin."    MA / Sedat Yilmaz