Parêzerê OHD'î: Bila mewzûat pêk bê 2020-12-26 09:07:37 AMED - Endamê OHD'ê Parêzer Mûhyîttîn Mûgûç, derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bang li Wezareta Dadê kir û got: "Bila mewzûatên derbarê girtîgehan de pêk bên."  Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Girtî di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn û niha çalakiya wan di roja 30'yî de ye. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Mûhyîttîn Mûgûç, tecrîda li ser Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê nirxandin.    Mûgûç, anî ziman ku heger qanûnên heyî pêk bên dê pirsgirêkên li girtîgehan jî nemînin û hikumxwarin ku cezayê wan diyar bûye înfaza wan divê li gor rûmet û wijdana mirovan pêk bê.    MEWZÛAT   Mûgûç, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan ne hiqûqî ye û bal kişand ser hevdîtinên di dema pêvajoya çareseriyê de. Mûgûç, bilêv kir ku piştî pêvajo bi dawî bûye tecrîd jî giran bûye û dewlet bi awayekî "dumendî" tevgeriyaye.    Mûgûç got: "Qanûn, tuzuk, rêziknameyên li Meclîsê tên qebûlkrin li gor mewzûatê pêk nayên. Pirsgirêka sereke jî ji ber vê ye. Heger mewzûata heyî pêk bê, dê pirsgirêka derbarê tecrîdê de jî nemîne. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyanjî insanî û wijdanî ye. Berî ku tenduristiya girtiyan xirab bibe, dewlet divê di warê qanûnê de mewzûatê pêk bîne."    TEVDÎR NAYÊN GIRTIN   Mûgûç, ji bo rewşa tenduristiyê û pêdiviyên sereke yên girtiyan got: "Li Amedê piştî girtîgehên jimare 1 û 2 yên Tîpa F'yê vebûn, di warê tenduristî û lêgerînê de pirsgirêk rû didin. Di dema pandemiyê de şert û mercên paqijiyê hatin binpêkirin. Di dema pandemiyê de girtî di nav hev de li cihekî man. Di dema lêgerîna de gelek gardiyan bi hev re diçin qawîşan. Yanî pîvanên ji bo pandemiyê esas nayên girtin. Ji bo pandemiyê tevdîrên baş nayên girtin. Îdareyên girtîgehê pandemî ji xwe re kirine firsend û zextên li ser girtiyan zêde kirine."    'BILA MEWZÛAT PÊK BÊ'    Mûgûç bang li Wezîrê Dadê kir û got: "Daxwaza me ew e mewzûata derbarê girtîgehan de pêk bê. Heger mewzûat pêk bê dê pirsgirêk çareser bibin. Diêv hiqûq esas bê girtin û biryar di vê çarçoveyê de bên girtin."