Karkerên li Sakarya bûn hedefa êrîşan: Xwestin êrîşê veşêrin 2020-12-26 11:03:41 MÊRDÎN - Karkerên Kurd li Sakaryayê bi êrîşa kesên nijadperest re rû bi rû mabûn. Dozgerê lêpirsînê dimeşîne pêdivî bi dozvekirinê nedît. Karkeran bertek nîşanî helwesta dozger da û gotin "Dixwazin êrîşê veşêrin."  Karkarên demsalî yên ji Navçeya Şemrexa Mêrdînê dema çûbûn Sakaryayê findiq kom dikirin di 4'ê Îlonê de bi êrîşa koma nijadperest re rû bi ru mabûn.  Li gel dimenên êrişê li ser medya civakî hatibû parvekirin ji dozgeriya ku lêpirnsîn da destpêkirin pêdivî bi vekirina dozê nedît. Walîtiya Sakarya jî bûyer derewandibû û wekî dîmenek berê nîşan dabû. Ji ber dozger pêdivî bi vekirina dozê nedit, karkeran bertek nîşanî helwesta dozger dan. Karkerên ku neçar man vegerin Mêrdînê anîn ziman ku Dozgerê Komarê yê Kocaalî dixwaze êrîşa li dijî wan veşere û ser bûyerê bigire.    Her çend Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu karker siyaret kiribû û lêborîn ji karkeran xwestibû jî 4 meh di ser bûyerê re derbas bû, lê li şûna dozger bûyerê ronî bike lêpirsîn bi dawî kir. Parêzerên karkeran jî amadekariyê dikin ku îtiraz bikin û dozger bi sucdariya “Gel teşwîkî kîn û dijminantiyê kiriye" dozê veke.    Ji Karkerên Mexdûr Remziye Demîr, anî ziman ku êrîşa li dijî wan êrîşek nijadperest bû û wiha got: "Em naxwazin ev êrîş ji wan re bimîne. Em biryara dozger qebûl nakin. Em dixwazin êrîşkar bên cezakirin û ser bûyerê neyê girtin. Em naxwazin ev êrîş ji wan re bimîne. Wezîr Soylu û gelek wezîrên din hatin soz dan. Divê soza xwe pêk binin û van êrîşkaran ceza bikin. Em dixwazin li dozê xwedî derkevin."    ÊRÎŞEK NIJADPEREST E    Bavê karkerê mexdûr T.D. Hamdin Demir jî ji ber ku dozger wekî "Birîndariyek sivîk" pênase kir bertekên xwe wiha anî ziman: "Ev êrîş teqez êrîşek nijadperestî ye. Li wir nijadperestî kirin u êrîş kirin. Lê li gel vê êrîşa nijadperestî jî dozger pêdivî bi vekirina dozê nedît. Parêzerê me dê  vê yekê îtîraz bikin. Em dixwazin bersûc bên cezakirin. serokê AKP'ê yê Mêrdînê, Qeymeqam û gelek kesên din hatin em ziyaret kirin û gotin em li pişt we ne. Lê îro dozger pêdivî bi lêpirsînê nabîne û dixwaze ser dozê bigire. Dîsa Wezirê Karên Hundir Soylu soz da. Lêborîn xwest. Kengî êrişkar bên cezakirin wê demê lêborîna wan dê bê qebûlkirin. Wê demê edalet dê cihê xwe bibîne."    MA / Ahmet Kanbal