Hevserokên Giştî yên DBP’ê serdana Aksoy kirin 2020-12-26 12:29:38   AMED - Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, serdana dayika Halîse Aksoy ku hatibû binçavkirin û pişt re hatibû berdan kirin.    Agît Îpek ê PKK'yî di 2017'an de li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî di 2'yê Adara 2020'an de bi kargoyê ji dayika wî Halîse Aksoyê re hatibû şandin. Polîsan di 23’ê kanûnê de bi ser mala Aksoy de girtibûn, deriyê mala wê şikandibûn û bi 4 mevanên wê re ew binçav kiribûn. Piştî îfadeya li midûriyeta polîsan Aksoy û her çar mêvanên wê hatibûn berdan. Hevserokên Giştî yên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir çûn seredana Aksoy û hestên xwe yên piştgiriyê pê re parve kirin.   ‘EM VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN’   DBP’ê vê serdanê bi wêneyan li ser hesaba xwe ya medya civakî parve kir û derbarê mijarê de ev tişt nivîsand: "Hevserokên me yên giştî û endamên partiya me yên meclisê Halîse Akso ku di rojên derbasbûyî de polîsan bi ser mala wê de girtibûn û tundî lê kiribûn li mala wê ziyaret kirin. Em vê zilmê qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Di zilma xwe de bifetisin.”