ATO’yê salname neda HDP’ê 2020-12-26 12:44:08   ENQERE - ATO’yê, salnameyên sala nû li partiyên ku di meclîsê de cih digirin belav kir lê neda HDP’ê.   Odeya Bazirganiyê ya Enqereyê (ATO), duh salnameyên ku ji bo sala nû çap kirin, li partiyên ku di meclîsê de cih digirin belav kir. Lê salnameyên ku ji aliyê du rayedarên Odeyê ve hatin belavkirin, li parlementerên HDP’ê nehatin belavkirin.    Rayedarên ATO’yê çûn odeya Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Zeynel Ozen a li meclîsê jî, lê piştî ku salname dane sekreterê Ozen pirsa kîjan partî ye kirine. Ev kesên ku bersiva “HDP” girtine salname paş ve girtine û diyar kirine ku salnameyan belavî partiyên ji derveyî HDP’ê dikin.   Ozen, derbarê bûyerê de li ser hesaba xwe ya medya civakî diyar kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê Odeyên ku ji hemû beşên civakê re xîtab bikin jî xistine bin tehakuma xwe û got ku wê hemû pêkanînên netewperest ên ku AKP û MHP bûne sebep teşhîr bikin.