Nûçegihana Jinnewsê Gulistan Azak hat berdan 2020-12-26 16:15:16   DERSIM - Nûçegihana Jinnewsê Gulîstan Azak ku duh hatibû binçavkirin, hat berdan.   Nûçegihana Jinnewsê Gulîstan Azak, duh li têketina navçeya Pêrtag a Dersimê ji ber lêpirsîneke sala 2018'an a derbarê wê de hatibû binçavkirin. Azak, piştî îfadeya xwe ya li miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Dersimê hat kirin. Azak ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Dersimê ve hat berdan.