Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bû 2 milyon û 133 hezar û 373 2020-12-26 20:04:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 253 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 15 hezar û 118 kesên din jî pozîtîf derket.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 253 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 15 hezar û 118 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 19 hezar û 624 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 133 hezar û 373.