Piştî li ser hev hat binçavkirin û gef lê hatin xwarin serî li ÎHD'ê da 2020-12-27 09:20:08 AMED – Firat Fîdan ku li bajarên cuda 3 caran hatiye binçavkirin û polîsan gef lê xwariye, serî li ÎHD'ê da û giliyê polîsan kir.  Firat Fîdan ku li hin weşanxaneyan eîdtoriyê dike, di dîrokên cuda de 3 caran bi awayekî bêhiqûqî hatiye binçavkirin û gef lê hatine xwarin. Piştî gefên lê hatine xwarin dewam kirin, Fîdan serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da û giliyê polîsan kir.    Fîdan, anî ziman ku di 16'ê Tîrmehê de gava ji bo gerê çûye Colemêrgê li ser rêya Wan-Colemêrgê polîsan ew ji wesayitê daxistiye û got: "Gotin, lêpirsînek derbarê te de heye. Li amûrên min nêrîn. Ji min pirsîn bê ka ji bo çi hatime, ez ê biçim cem ku. Min jî got, hin der hene divê ez biçim wir. Piştî vê min ji wesayîtê daxistin. Heya min birin navenda Colemêrgê gef li min xwarin. Ji min re gotin, heger tu biçî wan cihên ku tu dibêjî, dê tiştên nebaş bên serê te. Dest danîn ser telefona min û hejmarek telefonê dan min. Gotin, gava tu ji Colemêrgê biçî telefonî vê hejmarê bike û gotin, heya tu li vê derê bî dê çavê me li ser te be."    Fîdan, anî ziman ku piştî vê bûyerê bi meh û nîvekê, yanî di 25'ê Tebaxê de cardin çûye Colemêrgê û gava çûye otêlê polîsekî sivîl hatiye wî biriye Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê. Fîdan, bilêv kir ku li hundirê midûriyeta polîsan wî xistine hundirê konteynerekê û gef lê xwarine û jê re gotine: "Li hal hereketê xwe miqate be."    Fîdan, diyar kir ku herî dawî jî di 3'yê Kanûnê de li Taxa Şehîtlikê ya Amedê gava ew û hevalê xwe dimeşiyan polîsan pêşiya wan girtiye û ser wan sehî kiriye. Fîdan, anî ziman ku karta xwe ya xwendekariyê, ehliyeta xwe daye polîsan lê belê ji bo tespîtkirina nasnameyê şopa tiliya wî hatiye girtin.