'Tekane çare tifaqa demokrasiyê ye' 2020-12-27 09:21:40 STENBOL - Nivîskaran anî ziman ku ji ber ku Erdogan dizane dê Ewropa wî neqewirîne dibêje 'biryara wan me eleqedar nake" û bal kişandin ser tifaqa demokrasiyê û rêxistnbûyîna li dor vê tifaqê.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22'yê Kanûnê de biryar da ku demildest Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş bê berdan. Lê belê Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, parastibû ku ev biryar "biryareke siyasî ye" û wan eleqedar nake. Rewşenbîran biryara DMME'yê û helwesta Tirkiyeyê ya ji bo vê biryarê nirxandin.    Rojnamevan û nivîskar Aaydin Engîn, anî ziman ku Demîrtal li bara civakê û li bara kesên ne kurd jî xwedî cihekî girîng e, lewma di nav HDP'ê de ewilî ew hedef hatiye girtin û got: "Lewma DMME'yê ji Tirkiyeyê re gotiye 'Tişta hûn dikin tu eleqeya wê bi hiqûqê re tune ye.' Lê belê ev yek ne xema Erdogan e." Aydin, destnîşan kir ku DMME saziyeke li gor hiqûqa gerdûnî tevdigere, lê belê heya niha ezmûneke baş nedaye der. Aydin got: "Heger pîvanên Kopenhagê ji bo Erdogan bên pêkanîn, dê serê seibehê bi awayekî ku xew lê herimiye şiyar bibe. Lê Erdogan bi vê dizane ku YE deriye xwe li Tirkiyeyê nagire. DMME, biryarê dide, lê yê ku bide dû vê biryarê Konseya Ewropayê (KE) ye. KE, jî di vî warî de di polê de maye. Di 12'ê Adar, 12'ê Îlon û niha de di polê de maye. Ji lewra KE, konseyeke ku ji aliyê serokên dewletên YE'yê an jî wezîrên wan ên kar û barên derve ve pêk hatiye."    HELWESTA ERDOGAN   Aydin, destnîşan kir ku Erdogan jî bi awayê "Em bazirganiyê bi Ewropayê re bikin, em îthalata xwe bikin û pereyan qeenc bikin. Em bi hev re piyaseya serbest pêk bînin lê pîvanên demokrasî û mafên mirovan ên Ewropayê ne li gor me ne" tevdigere. Aydin got: "Lewma nûnerê feraseteke ku dûrî mafên mirovan e. Di pirssgirêkên cidî de ne ehlê hiqûq û azadiyê ye, ehlê pergalê ye. Erdogan, baş dizane dê KE Tirkiyeyê ji Ewropayê neqewirîne. lewma bi rihetî wisa bêperwa tevdigere û gotinên wiha dike."    A WE ELEQEDAR DIKE ÇI YE?    Nivîskar Oya Baydar jî anî ziman ku bi gotina Erdogan a "Ev biryar me eleqedar nake" heyr nemane. Baydar, bilêv kir ku êdî tu tişt van kesan eleqedar nake û got: "Ne qanûna bingehîn, ne qanûn,, ne jî siyaset evana eleqedar nake. Heta min di nivîsa xwe ya dawî de gotibû, 'Madem tu tişt we eleqedar nake, lê me zanibûya çi we eleqedar dke, em ê jî li gor wê hereket bikin?' Ev ne tiştekî ku mirov heyr bimîne. 'Min eleqedar nake' bi temamî dijî qanûna bingehîn e. Ev ne cara ewil e ku em dibihîsin. Berê jî ji bo hin kesan, ji bo hin bûyeran heman helwest dabûn der. Lê em ê di pêş de bibînin bê ka eleqedar dike yan na. Ji bo dewleta kûr nabêjim, lê serokomar di mijarên werê de, cû fikra xwe diguherîne. Dibe ku ji nişkave bereksê wê bibêje. A rast hin tişt hene ku eleqedar dikin, lê heger enstrumanên ku wî eleqedar dikin baş bên bikaranîn dê hemûyan eleqedar bike."    ÇARE TIFAQA DEMOKRASIYÊ YE    Baydar, destnîşan kir ku partiyên muxalefetê divê bi dengekî bilind helwesta xwe bidin der û got: "WÊ vê yekê bikin nekin nizanim, lê niha dengên biçûk tên bihîstin. Tekane çareya vê, tifaqa demokrasiyê û rêxistinbûyîna li dor wê ye."    MA / Ferhat Çelîk