Bûn destê hev! 2020-12-27 10:00:24   STENBOL - Girtiyê nexweşiya felcê û ji dilê xwe nexweş Abdullah Turan piştî hat berdan, qala rojên girtîgehê yên bi girtiyên nexweş Serdal Yildirim û Ergin Aktaş re derbas kirin kir. Turan anî ziman ku yên ew li ser piyan hiştin soza dabûn hev bû û ji hevre bûn dest û pî.    Girtiyê nexweşiya felcê lê ketiye û ji dilê xwe nexweş Abdullah Turan ku li girtîgeha Tîpa R a Hêjmar 2 ya Metrisê dima hat berdan. Girtiyên nexweş Serdal Yildirim û Ergin Aktaş ên nexweş û dest û piyên wan tune jî hêj di heman girtîgehê de girtî ne. Her çend heta niha gelek caran ji bo bên berdan serlêdan kirin jî serlêdanên wan hatin red kirin. Serdal Yildirim û Ergîn Aktaş ku demek dirêj girtî ne, ji hevre dibin dest û piyên hev û bi alîkariya hev dikarin bijîn. Girtî Aktaş hem dûr nabîne, hem jî du destê wî ji zendê ve hatine jêkirin. Yildirim jî piye wî felç in. Turan ê hat berdan jî ji wan re bû çav. Girtiyan soz dan hev û diyar kirin ku çi dibe bila bile dê bibin çav, pî û destê hev û alîkariya hev kirin.    JI SEDÎ 98 ASTENGDAR E   Girtiyê nexweş Serdar Yildirim, di sala 2010'an de li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê di qezaya trafîkê de felç bû û bi palpiştê dimeşe. Yildirim ji sedî 98 astengdar e û bi îdeaya “endamtiya rêxistinê kiriye" û “Endam şandine nava rexistinê" hat girtin û 12 sal cezayê girtîgehê lê birîn. Yildirim di sala 2018'an de girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Li gel rapora ATK'ê ya 'Yildirim bi tena serê xwe nikare li girtîgehê bijî" jî Yildirim dîsa nehat berdan.    DU DESTÊ WÎ TUNE NIN    Girtî Ergin Aktaş jî 2 destê wî ji qevda zendikan ve jêbûne û 10 salin bi vî şiklî girtî ye. Aktaş 2 caran bi cezayê muebbetê hatiye cezakirin. Ji ber şertên xerab ên girtîgehê bi nexweşiya tuberkulozê ket. Aktaş hem bi nexweşiya KOAH'ê ye hem jî bê halî û germa laşê wî ya zêde dibe sedem ku xwîn tev li tûka wî bibe. Aktaş, ku demek berê ji nexweşiya weremê rizgar bû, hêj li gel 5 raporên ATK’ê yên “Nikare li girtîgehê bijî" dîsa nayê berdan.    Parêzerên Aktaş, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da, lê ev serlêdana wî hat redkirin. Parêzeran vê carê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) dan. Lê DMME'ê jî bi sedema şertên neyînî pêş neketine red kir.    Girtiyê nexweş Abdullah Turan  ê hat berdan jî Saziya Tipa Edlî (ATK) der barê wî de biryara "Nikare li girtîgehê bijî" rapor amade kiribû û hat berdan. Ji ber rewşa Turan giran bû û rîskê jiyanê zêde bûn, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve înfaza wî taloq kirin û serbest berdan.    Turan piştî hat berdan li Nexweşxaneya Başakşehir Çam û Nexweşxaneya Bajar a Şakura  tedawî bû. Piştre ji bo tedawiya xwe berdewam bike şandin Amedê.    Abdullah Turan, bal kişand rojên bi hevre yên girtîgehê û diyar kir ku Aktaş û Yildirim ji hevre bûn dest û pî.    Tudran anî ziman ku qawîşa lê diman nêzî 12 metrekare bû û wiha got: 'Li qawîşê 3 doşek du mase, 3 dolabên cilan hebûn. Dîsa televizyon û semaverek hebû. Dema em bi hevre man me soz da hev. Mi got “Çi dibe bila bibe eger destê hevaleki me tune be, emê bibin destê wî, Piyê wî tune be emê bibin piyê wî. Eger dest û piyê wî tune be, em ê hem bibin dest û hem bibin pî." Me li ser vê sozê piştgirî da hev. Me bi vî şiklî jiyana xwe berdewam kir. Tişta Ergîn nikarîbû bi destê xwe bike Serdar bi destê xwe dibû alîkar. Tişta Serdar nikarîbû bi piyê xwe bike, Ergîn bi piyê xwe dibû alîkar. Bi vî şiklî ji hevre bûn dest û pî. Em her serê sibê beriya saet 8’an hişyar dibûn. Turan ê 2 destê wî tune taştê datanî ser masê. Serdar jî li ser masê taştê amade dikir. Bi hevre karbeşî dikirin. Piştî taştê saetekê  bi hevre diçûn teawiya fizikî. Me di nava rojê de hem nûçe dişopandin û hem jî geşedanên heyî şirove dikir.    Disa me pêdiviyên xwe yên paqijiyê jî bi hevkariya hev dikir. Me bi xwe odeya xwe paqij dikir. Îdareyê paqijiya odeyê nedikir. Li gel me daxwazname dida rêveberiyê jî nedihatin paqijiya odeyê nedikirin.    Turan anî ziman ku wan bi xwe firaxê xwe dişuştin û wiha lê zêde kir: "Serdar bi destê xwe firax dişuştin. Ergin jî firaxê şuştî li beşa mutbexê bi cih dikirin. Dîsa Ergîn cil davêtin teştê û bi piyan pê li wan dikir. Serdar jî bi destan digivaştin. Ergin ji dîsa cil davêtin ser ristê û zuha dikir.    Turan, da zanîn ku piştî nîvro bi hevre pirtûk dixwendin. Ergîn Aktaş û Serdar Yildirim ji hevre bûn dest, pî û çav.    Turan, herî dawî anî ziman ku hiqûq û zagon ji bo Ergin û Serdar derbas nabin u wiha bi dawî kir: "Li gel 5 raporên Ergîn hene jî nayê berdan. Çi çara Ergin diçe bijîşk, bijîşk dibêje 'Ma hêj tu bernedane?' Bijîşk jî êdî matmayî dibin ku nayê berdan. Bi girtina wan Destura Bingehîn îhlal dikin. Zagonan îhlal dikin."    MA / Mehmet Aslan