Encu: Roboskî li dijî hejarî û cerdevaniyê li ber xwe dide 2020-12-27 10:04:23   ROBOSKÎ – Parlamenterê berê yê HDP’ê Ferhat Encu diyar kir ku piştî Komkujiya Roboskî bazirganiya sînor bi temamî qediyaye û şêniyên gund li dijî spartina “ya koçberî ya jî cerdevanî” li ber xwe didin.    Bi ser Komkujiya Roboskî re 9 sal derbas bûn. Heta niha hêj berpirsiyar nehatine darizandin. Li gundê Roboskî 9 sal in şîn li dar e û ew daxwaza edaletê dikin.    Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê yê berê Ferhat Encu yê ji gundê Roboskî têkildarî salvegera komkujiyê ji ajansa me re axivî. Encu diyar kir ku beriya sînor di nava kurdan de werin xêzkirin herêm çavkaniya debarê bûye û tevî ku xelkê ji xwe re bazirganiyê kiriye jî lê wek “qaçaxvanî” hatine pênasekirin û ev yek xelet hatiye ziman. Encu bal kişand ser israrkirina sînor û got: “Tiştek mîna sînor nîne. Ev der sînor e, bi tel e, barîqat çêkirine an jî dîwar lêkirine nîne, tiştek wiha nîne. Ji rêzeçiyayan re gotine sînor, bi gotina wan heke tu ji wî çiyayê derbas bibî tê binpêkirin. Pişt wî rêzeçiyayî ax, erazî û cihê giya dirûtina însanê me ye. Kengê leşker li vir hatin bicihkirin ji vir re gotin ‘ev der sînor e’ heta wê demê kesî nizanibû sînor çi ye.”    GA BI GAV SEPAN KETIN DEWRÊ    Encu sepanên polîtîkayên leşkerî yên di salên 1980 û 1990’î ku bi pirsgirêka kurd re ketin dewrê rêz kir û got: “Ewilî li ser ‘sînor’ mayinan bicih kirin. Her kesê di wir de derbas dibû û pê li mayinan dikir fêm kir ku ew der sînor e. Her pê li mayinan dikirin êş nûjen dibû. Gundên sînor hatin valakirin. Bi valakirina gundan însanan neçarî koçberiyê kirin. Yanî xwestin wan jîngehan bê însan bihêlin. Pişt re jî bi awayê aborî girêdan xwe.”    XELKÊ NEÇARÎ VÊ RÊYÊ KIRINE   Encu destnîşan kir ku bi koçberiya darê zorê re sewalkarî û çandinî ku çavkaniya debara însanan e qediya û însanan ji neçarî berê xwe da sînor û got: “Tenê rêyek li ber însanan ma ku sînor derbas bikin. Berê xelk ji bo serdana hev diçû û hat, lê ev çûnehat veguherî debara jiyanê. Çimkî sewalkarî qediya, erazî nîne. Însanan her tiştî da ber çavê xwe û sînor derbas kirin. Însan birîndar bûn, dihatin girtin û malên wan desteser dikirin… Spartina ‘di milê aborî de hûnê girêdayî me bibin’ li ser însanan ferz kirin.”    ‘CERDEVANÎ Û LEŞKERIYÊ LI XELKÊ FERZ DIKIN’    Encu anî ziman ku piştî Komkujiya Roboskî însanan di vê rêyê de debara xwe dabîn kirin lê piştî ku di sala 2016’an de du ciwan bi guleyên topê hatin kuştin ev kar bi temamî qediya û wiha domand: “Piştî Komkujiyê ev rêwîtî hêdî hêdî qediya. Piştî şer dîsa dest pê kir sînor bi temamî hat girtin. Baregehên leşkerî hatin çêkirin. Her ku însanên me diçûn dihatin qetilkirin. Piştî van bûyeran însanan dev jê berde. Berê ciwanên me jî ket metropolan. Pergala cerdevaniyê li însanan ferz kirin. Ji ber feqîriyê însanan rahişt çekan. Niha rewşa herêmê wisa ye. Tenê ev ne li Roboskiyê wisa ye, li gundên derdorê jî wisa ye. Çekan didin wan û leşkeran têdigihînin. Yanî naxwazin însan li ser axa xwe azad bijîn. Wan neçarî leşkeriyê dikin. Çekan didin destê însanan. Her dever kirine qereqol, baregeh û kalekol. Bal axwe bidin pereyên ji bo polîtîkayên ewlehiyê. Seranserî rê 7-8 bendav çêkirine. Ev bendavên ewlehiyê ne. Li herêmê polîtîkaya ewlehiyê ya dewletê serdest bûye. Ji xelkê re dibêjin ‘ya hûnê çek bidin destê xwe û bibin leşkere min an jî hûnê van deran terk bikin.’ Maf û şansê jiyankirina li ser vê axê bernadin. Ji xelkê me re tenê rêyek hiştine, yanî dibêjin ‘ya hûnê bibin cerdevan an jî bibin leşker.’ Em jî dibêjin Roboskî li dijî feqîrî û cerdevaniyê li ber xwe dide. Tekane rêya ji vê yekê pişta hev girtin û têkoşîna li dijî van polîtîkayan e.”